Nobeda berxwedanê ya Meşvanên Botanê di roja 4. de ye

Çalakiya nobeda berxwedanê ya li taxa Girê Mîra ya Nisêbînê, ku bi beşdariya bi hezaran Meşvanên Botanê yên ji gelek bajaran tê lidarxistin, di roja 4. de dewam dike.

Nobeda berxwedanê ya li taxa Girê Mîra ya navçeya Mêrdîn Nisêbînê, ku li ser banga DBP'ê ji aliyê Meşvanên Botanê ve li dijî êrîşên qirkirinê hat destpêkirin, di roja 4. de ye.

Tevî aktîvîstên KJA, nûnerên Dayikên Aştiyê, rêveberên DBP, HDP û rêxistinên pîşeyî yên kedê, bi hezaran kesên ji Sêrt, Dîlok, Wan, Semsûr, Meletî, Riha, Erzîrom, Êlih û Mûşê, beşdarî çalakiyê bûn. 

Mîna pêvajoya berxwedana Kobanê, li Girê Mîra jî xeteke berxwedanê ji bo berxwedana Botanê hatiye avakirin. Ji bo pêwîstiyên lojîstîk, perwerde, çand, huner û xweparastinê komun hatin avakirin.

Li dû 2. Kongreya Asayî ya HDP'ê ya li Enqereyê, delegeyên HDP'ê ji bo tevlî nobeda berxwedanê bibin berê xwe dan Nisêbînê, lê belê hêzên dewletê pêşî li wan digirin. HDP'yî eger karibin astengiyan derbas bikin, wê îro tevlî nobeda berxwedanê ya li Girê Mîra bibin.

Di çarçoveya çalakiya nobedê de xebatên perwerdeyê yên li ser mijarên xwerêveberî û xweseriya demokratîk, didomin.