Girtiyên PKK û PAJK'î': Bi armanca hişyarkirinê em dest bi greva birçîbûnê dikin!

Girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê, li dijî tecrîda li ser Ocalan û komkujiyên li Kurdistanê dest bi greva birçîbûnê dikin. Di daxuyaniya li ser mijarê de hat gotin, "Eger êrîşên faşîst nesekinin, çalakiyên me jî wê bi dengê gelê me re bilind bibin."

Girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê, li dijî tecrîda li ser Ocalan û komkujiyên li Kurdistanê dest bi greva birçîbûnê dikin. Di daxuyaniya li ser mijarê de hat gotin, "Eger êrîşên faşîst nesekinin, çalakiyên me jî wê bi dengê gelê me re bilind bibin." Girtiyan ji bo Ocalan gotin, "Vîna me ya azadiyê û rûmeta me ye. Ji bo me sedema şer, aştî, jiyan û mirinê ye."

Li ser navê girtiyên PKK û PAJK'ê yên li Girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê Denîz Kaya daxuyanî da û ragihand ku ew ê ji bo şermezarkirina tecrîda li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dorpêça li Kurdistanê bikevin greva birçîbûnê ya 3 rojan. Kaya di daxuyaniya xwe de got: "Desthilatdariya AKP'ê qatlîamên li hemberî gelê me û tecrîda li ser serokatiya me her diçe girantir dike û sînorê tehamulê yê gelê me dide zorê. Du hevalên me yên li cem serokatiya me bêsedem û bêagahî ji Îmraliyê girtin û anîna Girtîgeha Sîlîvriyê bi hefteyan e bi malbat û parêzeran re nahêlin hevdîtinê pêk bînin, ev yek li dijî gelê me û tevgera me tehdîdekî xetere ye. Divê t, hêz me bi serokatiya me re neceribîne. Dewleta TC û hikûmetên wî, xetereyên li dijî serokatiya me di nava gel û tevgera me de hêrsa ku derdixe holê baş dizanin. Serokatiya me îradeya me ya azadiyê û rûmeta me ye. Sedema mirin, jiyan, aştî û şerê me ye."

'DIVÊ AKP DESTÊN XWE LI SER RÊBERÊ ME VEKIŞÎNE'

Kaya yê ku nirxandina "Di zindanên 12'ê Îlonê de yên ku bedena xwe ji bo mirinê razandin, bedena xwe kirin xeleka ji agir ên ku guleya berxwedanê teqandin, ên ku bi gotina 'Hûn nikarin Roja me tarî bikin' govenda bi agir gerandin navê Serokatiyê qîriyan" kir daxuyand ku wekî girtiyên PKK'î û PAJK'î li dijî polîtîkayên qatlîamê li dijî gelê kurd û Ocalan hêrsa wan mezintir bûye. Kaya got ku divê ti kes li benda bêdengmayîna wan nemîne û ev tişt anî ziman: "Ev tehdîdên li dijî rêber û gelê me, ev pêkanînên faşîst ti caran qebûl nakin. Em hişyar dikin. Eger îxtidara AKP'ê naxwaze bikeve nava avzêlê û naxwaze Tirkiye bibe goga ji agir bila destên xwe li ser rêberê me vekişîne. Em bang li gelên Tirkiyeyê yên bindest, kedkar dikin ku li dijî pêkanînan bibin xwedî helwest. Em bang dikin ku bila bi Rêber Ocalan re muzakere bê destpêkirin, tecrîd bê dawîkirin."

GREVA BIRÇÎBÛNÊ YA 3 ROJAN

Kaya anî ziman ku wekî girtiyên PKK û PJAK'ê ew ê di navbera 26-28'ê Çileyê de 3 rojan ji bo hişyariyê gireva birçîbûnê pêk bînin. Kaya da xuyakirin ku eger pêkanîn bi dawî nebin ew ê çalakiyên xwe bi dengê gelên xwe ve bilindtir bikin.