KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Kesên li Cizîrê hatin binçavkirin hatin êşkencekirin
Xebatkarên Şaredariya Cizîrê Kerem Ûçar û Nazîr Tîmûrtaş ên ku saetên sibehê li Cizîrê hatin binçavkirin, bi daxwaza girtinê sewqî dadgahê hatin kirin. -
Ji birîndaran re anonsa ‘Teslîm bibin’ tê kirin
Ji wesayîtên zirxî ji bo 23 birîndarên li bodrûma avahiyek li Cizîrê banga ‘teslîm bibin’ tê kirin. -
Endamê Meclîsa DBP'ê Taner Şîrp hate girtin
Li Wanê Endamê PM'ya DBP'ê Taner Şîrp hate girtin. Li Dîlokê jî 4 welatiyên ku tevlî Meşa Botanê bûn hatin binçavkirin. -
Gelê Amedê ji bo Sûrê di berxwedanê de yê
Li Amedê welatiyên ku ji bo dorpêça li navçeya Sûrê bişikênin li Çîftkapi kombûn ligel êrîşa polîsan li kolanan li ber xwe didin û ji Sûrê re dibin deng. -
ÎHD: Di dorpêçên Kurdistanê de 198 kesanj iyana xwe ji dest dan
Serokê ÎHD'ê yê Amedê Racî Bîlîcî binpêkirinên mafan ên di 2015'an de aşkera kir û got ku heta 24'ê çileyê 33 zarok, 43 jin bi tevahî 198 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Gelê Qilebanê ber bi Cizîr ve ketin rê
Meşa bi sedan welatiyên ku ber bi Cizîrê ya ku êrîş û terora hêzên dewleta Tirk li ser didome, li ser rêya Qileban-Şirnexê hat astengkirin. Girseya ku rê li trafîkê girt daxuyaniya çapemeniyê da. -
Ji bo Cizîrê banga "korîdora jiyanê ya lezgîn"
Rêxistin û kedkarên kedê yên Amedê ji bo 23 birîndarên li Cizîrê li malekê li benda ambulansan e banga vekirina "korîdara jiyanê ya lezgîn" kirin. -
Li ser mala birîndar lê ne êrîş dewam dikin
Ambûlansên li Cizîrê ji bo birîndaran bigire ket rê hat astengkirin. Qada birîndar lê ne ji aliyê wesayîtên zirxî hatine dorpêçkirn û di bin êrîşê de ne, qad di bin topbarênê de ye. -
Sariyildiz: Dixwazin birîndaran bi komployê qetil bikin
Li Cizîrê, dema ku ambûlans ji bo rakirina birîndaran ket nava taxê, hêzên dewletê dest bi gulereşandinê kirin. -
Malbat wê li Cizîrê nobedê bigirin
Malbatên ku zarok û xizmên wan di terora dewletê de jiyana xwe ji dest dane, ji bo dawî li komkujiya li Cizîrê were anîn, wê li Cizîrê nobedê bigirin. -
Hêzên rejîma Sûriyeyê bombe li Şêxmeqsûd barandin: 4 kesan jiyana xwe ji dest dan
Balafirên şer ên rejîma Sûriyeyê bombe li taxa Şêxmeqsûd a Helebê ku piraniya şêniyên wê Kurd in, barandin. Di êrîşê de 4 sivîlan jiyana xwe ji dest dan. -
Salvegera duyemîn a xweseriyê li Kobanê hate pîrozkirin
Bi wesîleya duyemîn salvegera ragihandina rêveberiya xweseriya kantona Kobanê, civînek berfireh ji aliyê rêveberiya kantonê ve hat lidarxistin. -
Li Înnsbrûckê terora AKP'ê û çapemeniya Ewropa hatin şermezarkirin
Kurdên li bajarê Înnsbrûck ê eyaleta Tîrol a Awûstûryayê dijîn, komkujiyên li Kurdistanê û bêdengiya çapemeniya Ewropayê şermezar kirin. -
Polîsên Tirk li Çîft Kapi êrîşî gel kirin
Li Amedê, girseya gel bi pêşengiya KJA, DBP, HDP û KCD’ê li Çift Kapi ji bo meşê li hev civiya. Lê belê polîsên Tirk êrîşî girseyê kirin. -
Helîkopteran Girê Şehîd Gafûr bomberdûman kirin
2 helîkopterên Kobra yên Tirk girê Şehîd Gafûr bomberdûman kirin, 2 helîkopterên Skorsky jî li girê Şehîd Zerdeşt leşker danîn. -
Cenazeyekî li Cizîrê hat dîtin ji bo otopsiyê şandin Şirnexê
Cenazeyê zilamekî yê duh li Cizîrê hatibû dîtin, ji bo otopsiyê rakirin Şirnexê. -
Li Sûrê gelek polîs û leşker hatin kuştin -HAT NÛKIRIN
Li navçeya Amed Sûrê ku êrîşên dewletê lê dewam dikin, şer giran e. Li gorî agahiyan, di şer de gelek leşker û polîs hatine kuştin. Li navçeyê gelek ambûlans diçin û tên. -
Balafirên şer ên Tirk li ser Qendîlê digerin
Ji saet 12:10 û vir ve balafirên şer ên Tirk li ser Qendîlê ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê ye, digerin. -
Bi dehan kesên dimeşiyan Botanê li pêşiya Qoserê hatin sekinandin
Endamên HDP'ê yên ji bo tevlî Meşa Botanê bibin ji Dîlokê hatin, li pêşiya Qoserê ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hatin sekinandin. Destûr ji girseyê re nayê dayîn ku xwe bigihînin Nisebînê. -
Nobeda berxwedanê di roja 6. de ye
Nobeda berxwedanê ya ji aliyê Meşvanên Botanê ve li Nisêbînê li dijî dorpêçî û terora dewleta Tirk hatiye destpêkirin, bi tevlîbûna mirovên ji beşên cuda yên civakê di roja 6. de dewam dike. -
Polîsên Tirk êrîşî girseya gel a dixwaze bimeşe Sûrê kirin
Ji bo pêşîgirtina li êrîşên li hemberî Sûrê, girseya gel li kolana Melîkahmet li hev civiya. Lê belê polîsên Tirk êrîşî girseyê kirin. -
Şer li Sûrê giran e
Li navçeya Amed Sûrê, ku êrîşên dewleta Tirk lê dewam dike, gelek ambûlans diçin û vedigerin. -
Leşkerên Tirk jineke ji Rojavayê Kurdistanê qetil kirin
Leşkerên Tirk, li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê jineke 30 salî qetil kirin. -
Li 5 taxên din ên Sûrê derketina derve hat qedexekirin
Hêzên dewleta Tirk li Sûrê, qada ku dorpêç kiriye û terorê lê dimeşîne, berfireh dike. Li 5 taxên din û kolana Melîkahmet jî derketina derve hat qedexekirin. -
Li Cizîrê birîndarekî din jî jiyana xwe ji dest da
Ji 24 birîndarên li jêrzemîna xaniyekî li Cizîrê asê mane û ji aliyê hêzên dewletê ve tên bombekirin, Nûsret Bayer jiyana xwe ji dest da. Hejmara kesên ji ber ranekirine nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dan, derket 5 kesan.