Gelê Qilebanê ber bi Cizîr ve ketin rê

Meşa bi sedan welatiyên ku ber bi Cizîrê ya ku êrîş û terora hêzên dewleta Tirk li ser didome, li ser rêya Qileban-Şirnexê hat astengkirin. Girseya ku rê li trafîkê girt daxuyaniya çapemeniyê da.

Ji bo piştgirîdayîna Cizîrê ya ku 45 roj in terora hêzên dewleta Tirk li ser didome, bi sedan welatî ji Qileban û gundên derdora wê ber bi Cizîrê ve ketin rê. Hêzên dewleta Tirk li ser rêya Qilaban-Şirnexê pêşiya wan girt û meş asteng kir. Girseyê jî ji bo protestokirina zextan rê li hatin û çûyinê girtin, bi dirûşmên “Bijî Serok Apo” demek dirêj rê li hatin û çûyinê girtin, piştre derbasî gundê Roboskî bûn.

Li ser navê girseyê Berdevkê Meclîsa Gundê Roboskî ya DBP’ê Cabît Encû daxuyanî xwend, diyar kir ku li ser daxwaza xwerêveberiya gelê Kurd, dewleta Tirk qetlîaman li ser gel dide meşandin.

Encû bi bîr xist ku dewleta Tirk bajarên Kurdan vegerandiye xirbeyan û wiha anî ziman: “Bi sedan kes hatin qetilkirin, ti rêgezên hiqûqî yên van kiryaran nîne û di nava gel de rê li ber ziyanên pir mezin ên ku neyên başkirin vedike. Nirxandina sîstema serokatiyê çiqas meşrû ye, daxwaza statuyê ya gelê Kurd jî ewqas meşrû ye.” Encû daxwaz kir ku demildest dorpêç û êrîşên dij mirovahiyê li ser bajarên Kurdan rabe û bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.