Ji bo Cizîrê banga "korîdora jiyanê ya lezgîn"
Rêxistin û kedkarên kedê yên Amedê ji bo 23 birîndarên li Cizîrê li malekê li benda ambulansan e banga vekirina "korîdara jiyanê ya lezgîn" kirin.
Rêxistin û kedkarên kedê yên Amedê ji bo 23 birîndarên li Cizîrê li malekê li benda ambulansan e banga vekirina "korîdara jiyanê ya lezgîn" kirin.
Odeya Tabipê a Amedê, Şaxa SES a Amedê, Meclîsa Tenduristiyê a KCD'ê, Komeleya Tenduristî û Civak a Mezopotamyayê ji bo 23 birîndar û 5 kesên ku jiyana xwe ji dest dane û li Cizîrê li malekê asê mane, banga lezgîn kir.
Hevseroka Şaxa SES'ê ya Amedê Selma Atabey, di daxuyaniya li ber Şaredariya Bajarê Mezin de axivî û destnîşan kir ku ji 20'î zêdetir kes bi birîndarî di bodruma malekê de asê mane. Atabay bang li Wezareta Tenduristiyê kir ku nebe şîrikê van mirinan û ji bo girtina birîndaran "korîdora jiyanê ya lezgîn" were vekirin.
Atabey anî ziman ku ew jî wek kedkarên tenduristiyê ji bo dermankirina birîndaran dixwazin biçin û bang li hemû sazî û dezgehên neteweyî û navneteweyî kir ku li hemberî bûyeran bihistyar bin.