Li 5 taxên din ên Sûrê derketina derve hat qedexekirin

Hêzên dewleta Tirk li Sûrê, qada ku dorpêç kiriye û terorê lê dimeşîne, berfireh dike. Li 5 taxên din û kolana Melîkahmet jî derketina derve hat qedexekirin.

Qedexeya derketina derve ku li 6 taxên navçeya Amed Sûrê ev 56 roj in bi êrîşên giran ên dewleta Tirk didome, li taxên din jî belav bû. Qeymeqamiya Tirk a li Sûrê daxuyaniyek weşand û got, "Li taxên Abdaldede, Alîpaşa, Lalebey, Suleyman Nazîf û Ziya Gokalp û kolana Melîkahmetê ji 27'ê Çileya 2016'an roja Çarşemê saet 11:30 û pê ve, heta fermaneke duyemîn ji aliyê qeymeqamiya me ve derketina derve lê hatiye qedexekirin."

Li aliyê din, danê sibêhê polîsên Tirk bi maşînên zirxî anona 'malên xwe biterikînin' li şêniyên van taxan û kolanê hat kirin. Li kolan Melîkahmetê, hêzên dewletê gule reşandin û li ser vê yekê şer derket. Şerê li vir dewam dike.