Nobeda berxwedanê di roja 6. de ye
Nobeda berxwedanê ya ji aliyê Meşvanên Botanê ve li Nisêbînê li dijî dorpêçî û terora dewleta Tirk hatiye destpêkirin, bi tevlîbûna mirovên ji beşên cuda yên civakê di roja 6. de dewam dike.
Nobeda berxwedanê ya ji aliyê Meşvanên Botanê ve li Nisêbînê li dijî dorpêçî û terora dewleta Tirk hatiye destpêkirin, bi tevlîbûna mirovên ji beşên cuda yên civakê di roja 6. de dewam dike.
Nobeda berxwedanê ya li taxa Girê Mîra ya Nisêbînê, ku gava destpêkê ya Meşa Botanê ye, di roja 6. de ye. Tevî Kurdistaniyên ji Mûş, Wan, Colemêrg, Erzîrom, Semsûr, Meletî û Dîlokê, ji bajarên Tirkiyeyê jî gelek kes tevlî çalakiyê bûn.
Bi sedan kesên ji Îzmîr, Manîsa, Enqere û Stenbolê hatin, xwe gihandin taxa Girêmîra. Di nava beşdarên nobedê de tevî endamên ESP, Partiya Şoreşger, SYKP û DHFC, nûnerên KESK, TMMOB, SES, gel û baweriyên cuda, hene.
Parlamenterên HDP'ê û Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamûran Yuksek jî ji beşdarên nobedê ne. Tê payîn ku malbatên kesên di berxwedana Gezî de jiyana xwe ji dest dan û malbata Berkîn Elvan di rojên pêş de beşdarî çalakiyê bibin.