ÎHD: Di dorpêçên Kurdistanê de 198 kesanj iyana xwe ji dest dan

Serokê ÎHD'ê yê Amedê Racî Bîlîcî binpêkirinên mafan ên di 2015'an de aşkera kir û got ku heta 24'ê çileyê 33 zarok, 43 jin bi tevahî 198 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Komeleya Mafên Mirovan a Amedê (ÎHD) binpêkirinên mafên mirovan ên 2015'an li avahiya komeleyê aşkera kir. Rapora ku hate amadekirin ji aliyê Racî Bîlîcî ve hate xwendin. Bîlîcî anî ziman ku ev 6 meh in li herêmê pevçûnên dijwar diqewimin û wiha got: "Ev 6 mehên dawî ne bi tabloyekî xeter re rû bi rûne. Ji bo me parazvanên afên mirovan ya esasî misogerkirina maf û azadiyan û hesta edaletê ye. Ji ber vê yekê jî tekane rêbaza çareseriyê muzakere û diyalog e."

'DİVÊ Jİ BO AŞTİYÊ BİKEVİN NAVA HEWLDANAN'

Bîlîcî destnîşan kir divê dewlet û hikûmeta AKP'ê operasyonên leşkerî ku pevçûnan girantir dike bi dawî bike ji ber ku li vî welatî wekî gelêk tu dijîn ji her demê zêdetir pêwîstî bi aştî, demokrasî û azadiyan dibînin. Bîlîcî nirxandina "Divê ji bo aştiyê bikevin nava hewldanan" kir.

'198 KESAN JİYANA XWE Jİ DEST DAN'

Bîlîcî der barê afahiyên di raporê de jî wiha got: "Di qedexeyên derketina kolanan ên ku 59 caran hate îlankirin de ji 16'ê tebaxa 2015'an heta 24'ê çileya 2016'an 33 zarok, 43 ji bi tevahî 198 kesan jiyana xwe ji dest dan. Dîse heta vê demê 192 kes hatin birîndarkirin. Ji ber dorpêçê welatiyên ku nekarîn bibin nexweşxaneyê ligel biriyana DMME'yê jî destur nehat dayîn ku rakin nexweşxaneyan."

AZADİYA RAMAN Jİ HOLÊ HATE RAKİRİN

Bîlîcî destnîşan kir ku li Tirkiyeyê azadiya çapemeniyê jî bi pêkûtiyan re rû bi rû ye û bi taybetî jî îxtidara siyasî di bin navê rexneyê de xebatkarên çapemeniyê dike hedef.

AKADEMÎSYEN RASTÎ LÎNCÊ HATİN

Bîlîcî bal kişand li ser akademîsyenên ku banga aştiyê kirin û rastî lînca siyasî hatin jî. Bîlîcî da sanîn ku di 2015'an de le herêmê xwendekarên zanîngehê û siyasetmedar jî di nav de 783 kes ji ber sedemên polîtîk li wan doz hatiye vekirin û di encama lêpirsîn û dozan de li 413 kesan ceza hatiye birîn. Bîlîcî bilêv kir ku di binpêkirinên mafên aborî û civakî de jî 535 kes ji kar hatine derxistin der barê 27 kesan de jî lêpirsînên îdarî hatine vekirin, 26 kes hatine sirgunkirin.

Endamê MYK'ê ya ÎHD'ê Abdulselam Înceoren jî daneyên di raporê de parve kir:

Înfazên bêdaraz (Kuştinên kêfî, binpêkirina bikaranîna peywira çekan û ji ber ku li gorî hişyariya raweste tevnegeriyane yên hatine kuştin û birîndar bûne)

* Kesên ku ji aliyê polîs û cendirmeyan ve hatin kuştin û birîndarkirin: Mirî-154, birîndar-253

 

* Kesên ku ji aliyê cerdevanan ve hatin kuştin û birîndarkirin: birîndar-2

 

* Kesên ku di girtîgehê de mirin û birîndar bûn: Mirî-3

 

* Kesên ku di kuştinên kiryar nediyar de mirin û birîndar bûn: Mirî-43, birîndar-52

 

* Kesên ku ji ber şaşîtiya fermî û îhmalkariyê mirin û birîndar bûn: Mirî-16, Birîndar-7

 

* Întixarê polîs û leşkeran/ teşebusê întixarê: Mirî-8, birîndar-1

 

* Mirinên bi guman ên leşker û polîsan: Mirî-15, birîndar-2

 

Kesên ku rastî êrîşan hatin

 

Endamên partiyên siyasî, endam/rêveberê sendîka û komeleyan: Mirî-1, birîndar-10

 

* Rojnamger: Mirî-2, birîndar-8

 

* Mamoste/hindekar: Birîndar-10

 

* Xwendekar: Birîndar-13

 

* Rêveberê herêmî: Mirî-2, birîndar-4

 

* Karker: Birîndar-4

 

* Peywirdarê ol: Birîndar-1

 

* Parîzer: Mirî-1, birîndar-1

 

* Bijîşk: Birîndar-9

 

* Kedkarê tenduristiyê: Birîndar-5

 

* Werzîşvan-3

 

Pevçûnên çekdarî

 

* Peywirdarên ewlehiyê: Mirî-150, birîndar-406

 

* Mîlîtanên bi çekdar: Mirî-189, birîndar-6

 

* Sivîl: Mirî-17, birîndar-47

 

* Tevahî: Mirî-356, birîndar-459