KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
'Kerkûk bi xwerêveberiyê re dikare asayî bibe'
Tevgera Azadî li Kerkûkê bi şiyara "Kerkûkê li ser jiyana bi hev re û xwerêveberiya demokratîk biryar xwe daye" 1. konferansa xwe lidar xist. -
Alimên nobeda berxwedanê digirin: Kurd li dijî zilma Kerbela li ber xwe didin
Alimên tevlî nobeda berxwedanê ya li Girê Mîra bûne, êrîşên li hemberî Botanê şibandin 'zilma Kerbela' û bang li hemû bawermendan kirin, li hemberî van êrîşên li dijî mirovahiyê li ber xwe bidin. -
Dayikên birîndaran: Bihêlin em ê biçin Cizîrê û zarokên xwe bixin hembêza xwe
Ji birîndarên ev 8 roj in li jêrzemîna maleke li Cizîrê asê mane û li benda ambûlansê ne dayika Rohat Aktaş diyar kir, dewlet gav bi gav rê li ber mirinê vedike û ji bo mirov jiyana xwe ji dest nedin bang li her kesî kir, ku rabin ser piyan. -
Gelê Silopiyayê: Ji ber ku nikarîbûn bi berxwedanê, êrîşî xaniyan kirin
Gelê Silopiyayê, ku hêzên dewletê malên wan di destpêkê de ji xwe re weke biryargeh bi kar anîn û dûre şewitandin, hilweşandin, anîn ziman, ku dewletê nikarîbû bi berxwedanê, lewma êrîşî xaniyên wan kiriye. -
Ciwanên ji Başûrê Kurdistanê: Em amade ne li nava refên YPS'ê li ber xwe bidin
Li navçeya Kerkûk Daquqê, komek ji ciwanan a bi navê "ciwanên fedayê azadiya gel" bi daxuyaniyekê re ragihandin, ew amade ne li nava refên YPS'ê ya li Bakurê Kurdistanê têbikoşin. -
KJAR'ê ji bo berxwedana Bakur bang li Rojhilatê Kurdistanê kir
Endama Koordînasyona KJAR'ê Cîhan Çiya diyar kir, ku hêzên li Kobanê û Şengalê bi ser neketin, niha berê xwe dane Bakurê Kurdistanê û destnîşan kir, ku asta bilindkirina têkoşîna Bakur wê bibe bingeh ji bo azadkirina Rojhilatê Kurdistanê. -
1’emîn Konferansa Herêma Kerkûkê ya Tevgera Azadî bi dawî bû
Tevgera Azadî bi şîara, “Kerkûk biryara jiyana hevpar û xwerêveberiya demokratîk daye” li Kerkûkê 1. Konferansa Herêma Kerkûkê li dar xist. -
Ji bodrûma ku mirovahî lê dimire wêne
Ji bodrûma avahiya li Taxa Cûdî ya Cizîrê ku 19 birîndar lê ne, 6 kes jî ji ber ranekirin nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dan, wêneyên destpêkê gihiştin. -
Li hember avahiya birîndar lê ne êrîş zêde bûn
Mala li Taxa Cûdî ya Cizîrê ku 19 birîndar û 6 kesên ji ber ranekirin nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dan ev 7 roj in li benda rakirina nexweşxaneyê ne, dîsa di bin êrîşê de ye. -
Li derdora agirê Girêmîran stranên berxwedanê
Nobeda berxwedanê ya li Girêmîran a li dijî dorpêça qirkirina li Cizîrê bi ketina tarîtiyê ve bi stranên berxwedanê yên li derdora agiran dewam dike. -
Dayikên Gezî, Pirsûs û Şemiyê: Raperîn mezin bûn êşên me hevpar in
Dayikên Şemiyê, malbatên Gezî û malbatên Pirsûsê jî tevlî meşa Botanê ya ji bo şkandina qirkirin û dorpêça li hember Kurdistanê bûn. Malbatan li vir di axaftinên xwe de peyamên bi hev re berxwedanê dan. -
Dayika Roboskiyê: Êşa Cizîrê, Roboskî bi min da jibîrkirin
Gelê Şirnexê ku bi rojan e li dijî qirkirina dewletê ya li ser Kurdistanê li ser piyan e, ji Elkê û gundê derdor kom bûn, ber bi Şirnexê ve ketin meşê. -
Parêzeran ji bo Cizîrê serî li DMME dan
Parêzerên ODH’ê biryara ku DM’ê ya ji bo birîndarên Cizîrê red kir, bi daxwaza tedbîrê ve bir DMME. -
Jinan ji bo Cizîrê bi serokê partiya muxalefeta Îngîltere Corbyn re hevdîtin pêk anîn
Li Îngîltere jinên Kurd bi Serokê Giştî yê Partiya Karkeran Jeremy Corbyn re hevdîtin pêk anîn. -
Li Cizîrê xebatkarê Şaredariyê hat binçavkirin
Li Cizîrê polîsên Tirk xebatkarê Şaredariya Cizîrê Gabar Vesek binçav kirin. -
6 zarokên xwe emanetî hevserê xwe kir, di nobeda berxwedanê de cih girt
Nazîme Taş (36) li Stenbolê 6 zarokên xwe emanetî hevserê xwe kir û li dijî dorpêça Botanê tevlî nobeda berxwedana Girêmîra bû, wiha got: “Dorpêç ranebe û berxwedan dewam bike ez ê zarokên xwe jî bînim.” -
Ambûlansên şaredariyê careke din hat astengkirin
Wesayîtên Şaredariya Cizîrê ku ji bo 19 birîndarên di jêrzemîna avahiyek li Cizîrê bigire ji duh ve gelek caran hewl da bikeve taxê û dihat astengkirin careke din jî hat astengkirin. -
YPG’ê bersiv da hezên rejîmê
Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku di êrîşa hezên rejîmê ya 27’ê Çileyê ya li ser Taxa Şex Meqsûdê de 4 sîvîlan jiyana xwe ji dest dane û 9 jî birîndar bûn. -
Polîsan cenazeyê ciwanê qetil kiribûn revandin
Cenazeyê Selahattîn Ege yê ji 2 ciwanên ku ji ber êrîşên li Şirnexê bi rojan di berfê de man û cenaze bi saya berxwedana gel hatin wergirtin ji aliyê polîsan ve ji Morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê hat revandin. -
Ambûlans careke din ketin rê
2 ambûlansên aîdî Şaredariya Cizîrê ku ji bo 19 birîndarên di jêrzemîna avahiyek li Cizîrê bigire ji duh ve gelek caran hewl da bikeve taxê lê hat astengkirin, ji bo careke din xwe bigihîne birîndaran ket rê. -
Dayika Ethem Sarisuluk: Heta Erdogan neçe em nasekinin!
Malbatên ku zarokên xwe di berxwedana Gezî û qetlîama Pirsûsê de winda kirin û Dayikên Şemiyê, bi Hevserokê DBP’ê Kamuran Yuksek re hatin gel hev. -
Ekîncî yê polîsan qetil kirin bi dirûşmeyan hat oxirkirin
Sîdar Ekîncî yê li Amedê bi gulebarana polîsan birîndar bû û piştî 36 rojan jiyana xwe ji dest da, bi dirûşmeyên, “Şehîd Namirin” û “Qatil Dewlet Wê Hesap Bide” ber bi rêwîtiya dawî hat oxirkirin. -
Balafirên şer herêmên Avaşîn, Zap û Metîna bombe kirin
Tevgera balafirên şer ên Tirk li Herêmên Parastinê yên Medyayê zêde bûn. Balafirên şer bombe li Avaşîn, Zap û Metîna barandin. -
Ekîncî yê bi guleya polîsan birîndar bû jiyana xwe ji dest da
Xwendekarê zanîngehê Sîdar Ekîncî yê li Amedê beriya 36 rojan bi guleya polîsan bi giranî birîndar bû jiyana xwe ji dest da. -
Birîndarên li Cizîrê wê ji tîna jiyana xwe ji dest bidin
19 birîndarên ev 7 roj in li benda ambûlansê ne, li jêrzemîna lê asê mane ev 3 roj in tî ne. Birîndarên ku rewşa 5 ji wan krîtîk e, li vê jêrzemîna hovîtiyê wê ji tîna jiyana xwe ji dest bidin.