YPG’ê bersiv da hezên rejîmê

Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku di êrîşa hezên rejîmê ya 27’ê Çileyê ya li ser Taxa Şex Meqsûdê de 4 sîvîlan jiyana xwe ji dest dane û 9 jî birîndar bûn.

Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku di êrîşa hezên rejîmê ya 27’ê Çileyê ya li ser Taxa Şex Meqsûdê de 4 sîvîlan jiyana xwe ji dest dane û 9 jî birîndar bûn.


Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku di êrîşa hezên rejîmê ya 27’ê Çileyê ya li ser Taxa Şex Meqsûdê de 4 sîvîlan jiyana xwe ji dest dane û 9 jî birîndar bûn, wiha got :“ Piştî êrîşa hezên rejîmê hezên me bi armanca bersivdayînê li hember hezên rejîmê yên xwe li rojhilatê Taxa Şex Mexsûdê bi cîh kiribûn operasyonek li dar xistin. Di encama vê operasyonê de du leşkerên rejîmê hatin kuştin, yek jî birîndar bû.”

Navenda Çapemeniya YPG’ê daxuyaniyek nîvîskî weşand, wiha got: “ 27’ê Çileyê rejîma BAAS’ê li hember jiyangehek sîvîl a li Taxa Şex Mexsûd a Helebê bomberdûmanek pek anî. Di encama bomberdûmanê de 4 welatiyên sîvîl gihîştin şahadetê, 9 welatiyên me jî birîndar bûn.  Piştî êrîşa hezên rejîmê hezên me bi armanca bersivdayînê li hember hezên rejîmê yên xwe li rojhilatê Taxa Şex Mexsûdê bi cîh kiribûn operasyonek li dar xistin. Di encama vê operasyonê de du leşkerên rejîmê hatin kuştin, yek jî birîndar bû.”
 YPG’ê destnîşan kir ku çeteyên DAİŞ’ê 28’ê Çileyê hewl dane êrîşî başûrê Gundê Şergiratê bikin, wiha ragihand,” 28’ê Çileyê saet 16.45’an çeteyên DAİŞ’ê hewl dane êrîşî  başûrê Gundê ŞerGirat ê li rojhilatê Bajarokê Eyn îsa bikin. Piştî mudaxeleya hezên me li qadê şerekî dem kurt qewimî. Hijmara çeteyên mirî û birîndar ên di şer de nehatine tespît kirin.
Komên Çete hemwext hewl dan êrîşî başûrrojavayê Gundê ŞerGirat jî bikin. Di encama mudaxeleya hezên me de wesayîteke leşkerî ya çeteyan hat derbkirin û komên çete bi neçarî ji qadê revîyan. “