1’emîn Konferansa Herêma Kerkûkê ya Tevgera Azadî bi dawî bû
Tevgera Azadî bi şîara, “Kerkûk biryara jiyana hevpar û xwerêveberiya demokratîk daye” li Kerkûkê 1. Konferansa Herêma Kerkûkê li dar xist.
Tevgera Azadî bi şîara, “Kerkûk biryara jiyana hevpar û xwerêveberiya demokratîk daye” li Kerkûkê 1. Konferansa Herêma Kerkûkê li dar xist.
TevgeRa Azadî bi şîara, “Kerkûk biryara jiyana hevpar û xwerêveberiya demokratîk daye” li Kerkûkê 1. Konferansa Herêma Kerkûkê li dar xist.
Axaftina vekirina konferansa ku ji bo kesên di têkoşîna azadiya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dane bi rêzgirtinê destpêkir, Nevzat Bekîr kir. Bekîr di axaftina xwe de armanca konferansê nirxand.
‘XWERÊVEBERÎ DERMANÊ SÎSTEMA DESTHILATDARIYÊ YE’
Hevseroka Tevgera Azadî Şîlan Şakir jî bal kişand ser pêwîstiya xwerêveberiyê, wiha axivî: “Di serî de konferansa me li tevahî malbatên şehîdan û beşdarvanan pîroz be. Wek Tevgera Azadî ji bo guhertina desthilatdariya heyî me hin wezîfe danîn pêşiya xwe. Di esasê van guhertinan de pîvanên xwerêveberiya demokratîk hene. Îro dema rewşa her çar parçeyên Kurdistanê bê bidestgirtin, bi taybet îlanên xwerêveberiyên li Bakurê Kurdistanê û damezirandina YPS’ê, êdî têkoşîna azadiyê li Bakurê Kurdistanê derbasî merheleyek nû bûye.”
Piştî raporên delegeyên xebatên salekê yên delegeyên Tevgera Azadî hatin xwendin, li ser rewşa Kurdistan û herêmê nîqaş hatin kirin, li ser esasê rexne û pêşniyarên çareseriyê konferansê dom kir. Her wiha ji bo Kerkûka bi Xala 140. statuya wê nediyar hatiye hiştin projeya xwerêveberiyê xistina rojevê hat ziman.
ENDAMÊN MECLÎSA KERKÛKÊ HATIN HILBIJARTIN
Piştî nîqaşan, delegeyên konferansê hevserokên Tevgera Azadî yên Herêma Kerkûkê û endamên meclîsa Kerkûkê ya ji 25 kesan hilbijartin. Nevzat Bekîr û Rehan Hemîd wek hevserok hatin hilbijartin, piştî ji nav endamên meclîsa ji 25 kesan, 3 kes ji bo desteya dîsîplînê hat hilbijartin, hevserok û endamên meclîsê soz dan.
Hevserokan xîtabî delegeyên konferansê kirin, gotin ji bo bibin layiqî wezîfeya ku konferansê daye wan wê gelekî hewldanan pêş bixin.
Konferans bi dirûşm û govendê bi dawî bû, tê payîn ku encamnameya konferansê sibehê bê aşkerakirin.