Dayika Roboskiyê: Êşa Cizîrê, Roboskî bi min da jibîrkirin

Gelê Şirnexê ku bi rojan e li dijî qirkirina dewletê ya li ser Kurdistanê li ser piyan e, ji Elkê û gundê derdor kom bûn, ber bi Şirnexê ve ketin meşê.

 

Gelê Şirnexê ku bi rojan e li dijî qirkirina dewletê ya li ser Kurdistanê li ser piyan e, ji Elkê û gundê derdor kom bûn, ber bi Şirnexê ve ketin meşê. Girseya li gundê Dagkonak peşiya wan hat birîn, vegeriyan û li bajarokê Balveren Konê Aştiyê  danîn û dest bi nobedê kirin. Li vir dayika Roboskiyî Mercan Encû axivî û wiha got: “ Wehşeta li Cizîrê di heft rojan de êşa Roboskiyê bi min da jibirkirin, êdî kezeba min ji bo Cizîrê dişewite.”

Komek qelebalix ku di nav de malbatên Roboskiyî jî hene li dijî qetlîamên dewleta Tirk a li ser navçeya Cizîrê ya Şirnexê, ji Qileban, Elkê û gunden derdor hatin cem hev heta bajarokê Balveren meş li dar xistin. Peşiya girseya ku hewl da ber bi navenda Şirnexê ve bimeşe li gundê Dagkonak ji aliyê leşkeran ve hat qutkirin. Girseya li vir kombûyî vegeriya bajarokê Balveren, Konê Aşitiyê danîn û dest bi çalakiya nobedê kirin.

‘ÊDÎ LI HEMBER QETILKIRINA GELÊ XWÊ DENG BIDIN’

Ji malbatên Roboskiyî Kadriye Encû ku bi girseyê re li Balverenê nobedê digire got, qetlîamên li Cizîr û Kurdistanê cergê  wan dişewitînê, bang li gelê Kurd kir ku li hember zilm û qatlîamên dewletê deng bidin. Encû wiha bertek nîşan da:” Ez bang li tevahî gelê Kurd dikim heta kengî we gelê Kurd bê qetilkirin. Êdî ji bo jê re bibêjin raweste rabin ser piyan û deng bidin. Ez bang li dewletê dikim, ma ti reveberê bi wijdan di vê dewletê de nemaye.”

‘CIZÎRÊ ÊŞA ROBOSKIYÊ BI MIN DA JIBÎRKIRIN’

Dayikek din a Roboskiyî Mercan Encû jî diyar kir ku dema li Roboskiyê 34 zarokên wan birîndar bûn nehiştin wê demê bigirên û li benda mirina wan man. Encû bi bîr xist ku îro jî li Cizîrê di bodrûmekê de zarokên birîndar hene û dîsa dewlet li benda mirina wan e û wiha dewam kir:” Di bodrûma wehşetê de qêrînên av û xwarinê ên zarokan di guhê me de ne. Wehşeta li Cizîrê di heft rojan de êşa Roboskiyê bi min da jibirkirin, êdî kezeba min ji bo Cizîrê dişewite.”

Bi tevlîbûna sedan kesî ve nobeda gel li Konê Aştiyê li bajerokê Balveren dewam dike.