Ji bo wergirtina 19 birîndar û 6 cenazeyên ev 7 roj in li jêrzemîna avahiyek li taxa Cûdî ya navçeya Şirnex Cizîrê asê mane, ambûlansa Şaredariya Cizîrê û personelên tenduristiyê yên dilxwaz dikin nakin nikarin ji ber astengiya hêzên dewletê xwe bigihînin avahiyê. Êrîşên çekdarên dewleta Tirk ên li hemberî vê avahiyê û derdora wê, didomin. Tankên li kolana Nûsaybînê bi cih bûne topan diavêje xanî û kengî ambûlans hewl dide biçe cihê birîndaran, bi topbaranê pêşî lê digirin. Bi vî rengî hewl dide nîşan bide ku li herêmê 'şer' diqewime.
Li jêrzemîna avahiya birîndar lê asê mane, ku 3 qatên jorê ji ber topbaranê hilweşiya ne, ev sê roj in av nemaye. Herî dawî lîtreyek av di binê kazanê de mabû û ev av jî bi rêya pembo li lêvên birîndaran hat dayîn û bi vî rengî birîndaran hewl dan bijîn. Ji vê jêrzemîna hovîtiyê, mesajeke nû hat.
Endamê Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Mehmet Yavûzer ê di nava birîndaran de ye ji Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz re mesajek şand. Sariyildiz ev mesaja Yavûzer parve kir: "Ez ê xwe bikujin. Êdî naxwazim qîrîn û nalîna 'av av' bibihîzim. Bila êdî ti kes li min negere, ez ê xwe bikujim. Ez dibêjim av heval av. Av heval av av..."
Sariyildiz da zanîn, ambûlanseke Şaredariya Cizîrê û 3 personelên tenduristiyê yên dilxwaz ên hatine wezîfedarkirin, amade ne biçin mala birîndar lê asê mane. Sariyildiz diyar kir, piştî hevdîtina Parlamenterên HDP'ê bi Wezareta Karên Hundir re ew ê careke din berê ambûlansê û ekîbên tenduristiyê bidin avahiyê.
Sariyildiz diyar kir, ji birîndaran Ferhat Karadûman ji ser hişê xwe çûye, 4 ji birîndaran bi mirinê re rû bi rû ne.