Hêjayî gotinê ye ku tevlîbûna jinan a ji bo nobeda berxwedanê ya li Taxa Girêmîra ya Nisêbînê ku ji bo şkandina dorpêç û êrîşên li ser Cizîrê destpêka Meşa Botanê ye, bi zêdebûnê balê dikşîne. Biryarbûna berxwedanê ya jinên ji bo şkandina dorpêçê hatine Girêmîra ji niha ve mîzgîna rakirina dorpêçê dide. Nazîme Taş li Stenbolê dijî û 6 zarokên xwe ku ji wan ê herî biçûk 5 salî ye emanetî hevserê xwe kir û tevlî nobeda berxwedanê bû, wiha bang li tevahî dayikan kir: “Werin hûn jî bi zarokên xwe re di berxwedanê de cih bigirin.”
Taş, got dema birîndar ev 7 roj in li benda ambûlansê bin, li malê rûniştin wijdanê wê nerehet dike, got hema çavên xwe di berxwedanê de vekiriye. Taş wiha axivî: “Li wir zarokên me bi birîndarî rawestandine, ma ez ê çawa bi rehetî razêm. Li mala min şorba min dikeliya. Cihê min rehet bû, lê wijdanê min nerehet bû. Ji ber wê jî min got eger ez Kurd bim û welatparêz bim, divê cihê min jî di vê berxwedanê de hebe, min zarokên xwe hişt û ez hatim.”
Taş ragihand ku eger berxwedan bidome wê zarokên xwe jî bîne, êrîşa hêzên dewletê ya li ser meşa ji bo Cizîrê bi bîr xist, anî ziman ku armanca wan rizgarkirina birîndaran e û tevî vê jî bi guleyên rast rastî êrîşê hatine.