BI DÎMEN

Ciwanên ji Başûrê Kurdistanê: Em amade ne li nava refên YPS'ê li ber xwe bidin

Li navçeya Kerkûk Daquqê, komek ji ciwanan a bi navê "ciwanên fedayê azadiya gel" bi daxuyaniyekê re ragihandin, ew amade ne li nava refên YPS'ê ya li Bakurê Kurdistanê têbikoşin.

Li navçeya Kerkûk Daquqê, komek ji ciwanan a bi navê "ciwanên fedayê azadiya gel" bi daxuyaniyekê re ragihandin, ew amade ne li nava refên Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) ya li Bakurê Kurdistanê têbikoşin.

Ciwanên ku rûyê xwe bi pûşî nixumandin û bi çekan daxuyanî dan, bang li tevahiya Kurdan kirin ku li dijî qirkirina dewleta Tirk li hemberî gelê Kurd dike, bi ruhê bexwedana Kobanê tevlî refên têkoşînê bibin.

Ciwanan diyar kirin, hin hêzên siyasî yên li Başûrê Kurdistanê destekê didin dagirkeriya dewleta Tirk a li Kurdistanê û gotin, "Dewleta Tirk a nikare xwe li destketiyên gelê me yên li çar parçeyan rabigire, bi polîtîkaya neo-Osmanî re bi tifaqa hin kesên ji xwe re dibêje 'ez Kurd im' re dixwaze her devera welatê me dagir bike. Lewma em bang li tevahiya hêzên bi dewleta Tirk re tifaqê kirine dikin, dev ji vê tifaqê berdin."

'EM BI RUHÊ BERXWEDANA KOBANÊ RE XWEDÎ LI BERXWEDANA KURDISTANÊ DERKEVIN'

Ciwanan dan zanîn, li dijî êrîşên DAIŞ'ê berxwedaneke dîrokî hat nîşandan, ev ruhê berxwedanê îro ji bo xwedîderketina li Bakurê Kurdistanê divê li her cihî xwe bide der û bang li her kesî kirin ji bo bi vî ruhî re berxwedanê xurt bikin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Li ser navê gelê Başûrê Kurdistanê em silav û rêzên xwe pêşkêşî gelê li Bakurê Kurdistanê dikin. Berxwedana we wê bibe temînata destketiya têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gelê Kurd. Berxwedanên Nisêbîn, Cizîr, Sûr, Silopiya û Farqînê yên bi mehan li hemberî dorpêçiya dewleta Tirk a faşîst nîşanî me dan, ku ruhê berxwedanê yê Kobanê xwe li van deran nû dike. Ji bo mirovahiyê û gelê Kurdistanê destana lehengiyê tê nivîsandin."

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku bi taybetî hewl tê dayîn êrîşên li Cizîr û Sûrê di asta qirkirinê de bên dewamkirin û hat gotin, "Weke ku tê zanîn dewleta Tirk û AKP, ev 6 meh in hovane êrîşî gelê me yê li bajarên Bakurê Kurdistanê dikin. Jin, zarok, extiyar, ciwan tevahiya mirovên me hedef digirin. Bi rêbazên li dijî mirovahiyê yên leşkerî re dixwazin daxwaza xwerêveberiyê ya gelê Kurd tine bikin. Ji ber van êrîşên dewleta Tirk heta niha bi sedan mirovên me yên sivîl jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne. Di serî de Cizîr û Sûr li gelek deveran koçberî li ser gelê me hatiye ferzkirin û bi sedan kesî ji neçarî malên xwe terikandine. Malên wan hatine talankirin. Di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de bi hezaran siyasetmedar, rewşenbîr, nivîskar û rojnamevan hatin girtin û ew avêtin zîndanan. Dewleta Tirk van êrîşên xwe yên ji bo qirkirinê hînê bênavber didomîne."

'DIVÊ TI KURD CIHÊ XWE DI NAVA VAN POLÎTÎKAYÊN QIRKIRINÊ DE NEGIRE'

Ciwanan gotin, "Dewleta Tirk bi şandina leşkeran ji bo xaka Başûrê Kurdistanê û Iraqê dixwaze polîtîkayên xwe yên dagirkeriyê yên siyaseta Osmanî nû bike. Her aliyekî siyasî yê bûye amûrek ji bo bicihhatina vê siyaseta dewleta Tirk li xaka Başûrê Kurdistanê, girîng e vê helwesta xwe ji nû ve binirxîne. Dewleta Tirk bi nûkirina siyaseta Osmanî re dixwaze çar parçeyên Kurdistanê bi tifaqa bi hin hêzan re kiriye, dagir bike" û destnîşan kirin, çavkaniya krîza siyasî û aborî ya li Başûrê Kurdistanê ev nêzîkatiya dewleta Tirk û hevkarên wê ne.

Di dewama daxuyaniyê de hat ragihandin, ku dewleta Tirk careke din bi awayekî giran nîşan daye ew tehemûlî statuya gelê Kurd nake û got, "Ji bo vê jî çi ji dest tê dike. Xuya ye dewleta Tirk siyaseta xwe ya li Rojhilata Navîn bi temamî li ser dijminatiya li Kurdan ava kiriye. Li dijî destketiyên gelê Kurd bi rêxistineke wehşî ya mîna DAIŞ'ê re jî tifaq kiriye. Li hemberî van êrîŞên dewleta Tirk girîng e gelê Kurd bibe yek deng û xwedî li berxwedana li Bakurê Kurdistanê derkeve. Li hemberî van hemûyan, eger pêwîstî pê hebe navendên aborî û leşkerî yên dewleta Tirk dikarin hedef werin girtin û ji ber vê helwesta xwe ya li hemberî gelê Kurd bê poşmankirin. Bi ser xistina berxwedana Bakurê Kurdistanê, wezîfeya her Kurdekî ji xwe re dibêje welatparêzim e. Beriya her tiştî wezîfeya ciwanên Kurd ên li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welêt e."

'EM AMADE NE LI NAVA REFÊN YPS'Ê LI BER XWE BIDIn'

Ciwanan diyar kirin, ew amade ne li nava refên YPS'ê li dijî êrîşên dewleta Tirk ên derveyî mirovahiyê li ber xwe bidin û gotin, "Em weke ciwanên fedaî û welatparêz ên jiyana xwe fedayê azadiya gelê Kurd kirine radigihînin; em amade ne li nava refên YPS'ê li ber xwe bidin. Çawa ku di dema berxwedana Kobanê de sînorên çêkirî ji holê hatin rakirin û pêşmerge û şervanên YPS'ê li heman refî li ber xwe dan, li Bakurê Kurdistanê jî di nava refên YPS'ê de heman nêzîkatî dikare were nîşandan û serketin dikare bê bidestxistin. Lewma em dibêjin; li dijî zîhniyeta faşîst a dewleta Tirk em amade ne li cem gelê xwe şer bikin."

Ciwanan banga destekê li gel û ciwanên Başûrê Kurdistanê kirin û gotin, "Roj ew roj e her kes destekê bide berxwedana xwerêveberiyê ya li Bakurê Kurdistanê û tevlî nava refên YPS'ê bibin. Bi vî rengî em dikarin sedsala 21'an ji bo me Kurdan bikin sedsala yekîtiya neteweyî û azadiyê. Werin em bi hev re vê bikin. Dem ew dem e; Kurdên bi dewleta Tirk re tifaq kirine vê tifaqa xwe deynin aliyekî, ji gelê xwe lêborînê bixwazin û cihê xwe li eniya azadiyê ya gel bigirin."

...