Jinan ji bo Cizîrê bi serokê partiya muxalefeta Îngîltere Corbyn re hevdîtin pêk anîn

Li Îngîltere jinên Kurd bi Serokê Giştî yê Partiya Karkeran Jeremy Corbyn re hevdîtin pêk anîn.

Li Îngîltere jinên Kurd bi Serokê Giştî yê Partiya Karkeran Jeremy Corbyn re hevdîtin pêk anîn.

Jinan ji bo balkişandina ser êrîşên di serî de Cizîr ên li ser Kurdistan û bi daxwaza êrîşên heyî bibin rojeva meclîsê bi Serokê Giştî yê Partiya Karkeran Jeremy Corbyn re hevdîtin pêk anîn. Di hevdîtinê de Corbyn got pêşketinan ji nêz ve dişopînin û bûyer fikaran dide avakirin, da xuyakirin ku di asta Wezareta Karên Derve ya Îngîltere de wê hewldanên wan çêbibin.

Di hevdîtinê ya li ofîsa herêma Îslîngton a Corbyn de li ser rewşa birîndarên ev 7 roj in li Cizîrê di bodrûmekê de ne hat gotûbêjkirin. Heyeteke ji Meclîsa Jinan a Roj bi Corbyn re civiya û dosyaya têkîldarî êrîşên dewleta Tirk radestî Corbyn kir.

...