BI DÎMEN

KJAR'ê ji bo berxwedana Bakur bang li Rojhilatê Kurdistanê kir

Endama Koordînasyona KJAR'ê Cîhan Çiya diyar kir, ku hêzên li Kobanê û Şengalê bi ser neketin, niha berê xwe dane Bakurê Kurdistanê û destnîşan kir, ku asta bilindkirina têkoşîna Bakur wê bibe bingeh ji bo azadkirina Rojhilatê Kurdistanê.

Endama Koordînasyona Komelgeya Jinên Azad a Rojhilat (KJAR) Cîhan Çiya diyar kir, ku hêzên li Kobanê û Şengalê bi ser neketin, niha berê xwe dane Bakurê Kurdistanê û destnîşan kir, ku asta bilindkirina têkoşîna Bakur wê bibe bingeh ji bo azadkirina Rojhilatê Kurdistanê.

Çiya der barê girîngiya têkoşîna li Bakurê Kurdistanê ji bo her çar aliyên Kurdistanê de ji ANF'ê re axivî. Çiya ev nirxandin kir:

"Bi navê KJAR'ê em hem avakirina Kantonên Rojavayê Kurdistanê hem jî azadiya Kobanê em li tevahiya gelê Kurd pîroz dikin. Xewna salan a gelê Kurd bû û ev xewn bû armanca hemû neteweyên li Rojhilata Navîn. Ruhê berxwedana Kobanê gihaşt, Şengalê, gihaşt Kerkûkê, gihaşt her qadên berxwedanê. Gelê Kobanê zor û zehmetiyeke mezin derbas kir. Lê cihê lê berxwedan û têkoşîn nebe azadî bi dest nakeve. Zarokê 7 salî heta kalekî 70 salî ruhê berxwedanê derxist pêş. Pêşenga vê rastiyê jî bi taybetî jina Kurd bû. Cewherê li Kobanê derket holê, xwe berdana nava çar parçeyên Kurdistanê. Ji Rojhilat, Bakur û Başûrê Kurdistanê bi sedan ciwanên Kurd berê xwe dan Kobanê û ew sînorê desthilatdariyê di nava gelê Kurd de ava kiribû, ji holê rakir. Ew xeyal ne tenê ya Kobanê bû, xeyala tevahiya gelê Kurd bû. Gelê me rastî komkujiyên mezin hat, lê belê îro dikare bi awayekî azad li bajarên xwe bijî. Ev yek ji bo me cihê serbilindiyê ye. Em jê şanaziyê digirin. 

HEMÛ DEWLETÊN DIJBERÊN KURDAN LI KOBANÊ XWESTIN VÎNA KURDAN BIŞIKÎNIN

Ji bo me gerîla û gelê Kurd wateyeke xwe ya mezin heye. Armanca ku ev 40 sal in têkoşîna wê tê dayîn, di şexsê Kobanê de bi ser ket. Hemû dewletên hem li herêmê hem jî li qada navneteweyî yên naxwazin gelê Kurd azad bijîn, bûn yek û di bin navê DAIŞ'ê de xwestin li Kobanê vîna gelê Kurd bişikînin. Hem ev dewletên desthilatdar hem jî hin hêzên Kurdan ên xwedî heman mejiyê van dewletan e, nexwestin em li Kobanê vîna gelê xwe derxînin pêş. Nexwestin em xeyalên xwe yên bi salan bijîn. Lê belê berxwedana hat nîşandan û desteka ji sê parçeyên din hat dayîn, ev ruh derxist pêş û ew zîhniyeta dijber pûç kir.

Li Kobanê nekarîn derbasî Şengalê bûn, li Şengalê nekarîn niha derbasî Cizîra Botan dibin. Îhtimale derbasî Rojhilatê Kurdistanê jî bibin lê em dixwazin vê yekê bêjin: 'Heta gerîlayek li çiyayê azad dijî, wê pişta gelê me germ be. Hebûna gerîla vîna gelê Kurd e, li ku derê dibe bila bibe wê li cem gelê xwe be.'

DIVÊ ÇAR ALIYÊN KURDISTANÊ JI BO BERXWEDANA BAKUR RABE SER PIYAN

Îro zext li ser Cizîra Botan, Şirnex, Silopiya, Amedê heye. Divê weke keç û xortên Kurdistanê em li çar parçeyên Kurdistanê vî ruhî derxînin pêş. Eger sê parçeyên din ên Kurdistanê destek nedabûya Kobanê, wê vîna neteweya demokratîk derneketibûya holê.

Di zîhniyeta desthilatdariyê de ev heye; êrîşî bajarekî dike û pirsgirêkê dike ya wî bajarî bi tenê. Pirsgirêk tenê ya bajarekî ya parçeyekî nîne, ya neteweyekê ya gelekî ye. Divê em karibin li her çar aliyên Kurdistanê van zextên qirêj ên li ser gelê xwe rakin. Bi yekîtî û ruhekî neteweyî girîng e em vê cewhera xwe derxînin holê. 

GIRÎNGIYA AVAKIRINA SÎSTEMA NETEWEYA DEMOKRATÎK

Me Kobanê rizgar kir wê sibe Cizîra Botan me. Me Şengal rizgar kir wê sibe Mahabad be, wê Mako be, Salmas be. Eger gelê me li ser vê esasê tevbigere, em ê hemû bajarên xwe, gundên xwe azad bikin. Her bajarê, her cihê hatiye rizgarkirin, tevî pîrozkirinê divê naveroka wan jî bê dagirtin. Divê em karibin sîstema xwe damezrînin. Avakirina sîstema neteweya demokratîk, avakirina cewhereke wekhev, wê azadiya Kobanê bêhtir watedar bike, wê azadiya Şengalê, azadiya Cizîra Botan bi cewher bike. Divê navberok bi vî rengî were dagirtin. 

Sedsala em tê de ne sedsala zext, bêedaletî, nedemokrasî nîne. Cewhera sedsala 21'an cewhera demokrasî û wekhevî û azadiyê ye. Lewma divê em li her çar aliyên Kurdistanê, bi taybetî li Rojhilat û Bakurê Kurdistanê vê têkoşînê derxînin asteke bilindtir. 

ÇAWA EM XWEDÎ LI KOBANÊ DERKET, DIVÊ EM XWEDÎ LI BAKURÊ KURDISTANÊ JÎ DERKEVIN

Em bang li tevahiya gelê xwe dikin. Bi rastî jî rewşa gelê me yê Cizîra Botan, Şirnex û Silopiyayê di xeteriyê ye. Roj nîne ku em 10 şehîdan nadin. Li pêş çavên me, gelê me di komkujiyên mezin re derbas dibe. Hem li derveyî welat hem jî li hundirê welêt, çawa ku em xwedî li Kobanê derket û me Kobanê azad kir, divê bi heman rengî em xwedî li Bakurê Kurdistanê derkevin. Ji aliyê manewî, madî, ruhî, fîzîkî û beşdarbûyînê ve pêwîste em tevlî berxwedanê bibin. Bi taybetî em bang li tevahiya Rojhilatê Kurdistanê dikin. Her çend gelê me yê li Rojhilatê Kurdistanê ji bo Bakurê Kurdistanê rabû ser piyan jî em kêm dibînin. Em dibêjin; asta bilindkirina têkoşîna ji bo Bakurê Kurdistanê wê bibe bingeh ji bo azadkirina Rojhilatê Kurdistanê be. Lewma, bajarên ku ranebûne divê rabin. Em ji çiyayên azad bang li gelê xwe dikin. Ji xeta Kela Reş, ji mil Til Gever bigire were Selmasê, Makoyê, Ûrmiyê yanî heta em derbasî Loristanê bibin divê hemû bajarên li vê xetê rabin ser piyan. Pêşengê van serhildanan jin û ciwan in."