Dayikên Gezî, Pirsûs û Şemiyê: Raperîn mezin bûn êşên me hevpar in

Dayikên Şemiyê, malbatên Gezî û malbatên Pirsûsê jî tevlî meşa Botanê ya ji bo şkandina qirkirin û dorpêça li hember Kurdistanê bûn. Malbatan li vir di axaftinên xwe de peyamên bi hev re berxwedanê dan.

Dayikên Şemiyê, malbatên Gezî û malbatên Pirsûsê jî tevlî meşa Botanê ya ji bo şkandina qirkirin û dorpêça li hember Kurdistanê bûn. Malbatan li vir di axaftinên xwe de peyamên bi hev re berxwedanê dan.

Ji bo şkandina qirkirin û dorpêça dewletê ya li ser navçeyên Cizîr û Silopiya yên Şirnexê û Sûra Amedê, tevlîbûna meşa Botanê ya li Taxa Girêmîra ya Nisêbînê destpêdike her diçe zêde dibe. Dayikên Şemiyê, malbatên Gezî, malbatên Pirsûsê û hunermend Pinar Aydinlar û gelek kes tevlî meşê bûn. Beşdarvanên berxwedana li Taxa Girêmîra daxuyanî dan. Girseya li salonê kom bûn dirûşmeyên, “Şehîd Namirin”, “Gelê Cizîrê Ne Tenê Ye”, “Berkîn Elvan Nemir e” û “Bijî Xwişktî/Biratiya Gelan” berz kirin.

‘EM Ê HÊ BIRYARTIR BIMEŞIN’

Axaftina destpêkê hunermend Pinar Aydinlar kir, got ji bo karibin peyamê bidin tevahî gelan li dijî zilmê bibin yek hatine Girêmîra. Aydinlar anî ziman ku wê di têkoşîna gel de têkoşîna xwe bidomînin, wiha dewam kir: “Ne tenê li dijî zilma AKP’ê, li dijî DAIŞ û tevahî zîhniyetên faşîst ne tenê bi canekî bi hezaran canan wê têkoşîna xwe bidomînin.”

Aydinlar wiha dom kir: “Em hêza xwe ji Mazlûm Doganan, Îbrahîm Kaypakkayayan û şehîdên Kobanê digirin. Em ê dest ji berxwedanê bernedin. Em ê bêdeng nebin. Yê bêdeng hevkarên vî sûcî ne. Bi soza me da hevalên xwe ve em ê bi biryartir bimeşin.”

 ‘EM Ê BI HEV RE ÊŞÊN XWE BI DAWÎ BIKIN’

Dayika Mûrat Yildiz ê 23’ê Sibata 1995’an di binçavan de hat windakirin, Hanîfe Yildiz jî wiha got: “Em ji bo êşên xwe parve bikin hatin.”

Yildiz wiha ragihand: “Me digot êşên me hê mezintir in. Lê, em dibînin ku bi rojan e cenazeyên me li ber çavên me ne û em nikarin defn bikin. Ev êşek hê mezintir e.” Yildiz destnîşan kir ku wê bi hev re ji vê zilmê re bibêjin bes e.

‘EM Ê GAVEKÊ JÎ PAŞ DE NAVÊJIN’

Dayika Berkîn Elvan ê di serhildana Gezî ya 16’ê Hezîrana 2013’an de bi kapsula gazê ya polîsan hat qetilkirin, Gulsum Elvan jî got êşên wan hevpar in û ji bo piştgiriya dayikên li Cizîrê hatine. Elvan îfade kir ku Elvan ji bo tevahî zarokên diha qetilkirin rondik dibarand û êş dikişand.

Xwişka Ugur Ozkan ê ku di teqîna li navçeya Pirsûs a Rihayê di 20’ê Tirmeha 2015’an de hat qetilkirin, Kerîme Ozkan jî got çi dibe bila bibe wê paş de gavê navêjin û berxwedanê mezin bikin.

Kurê Mûsa Anter Dîcle Anter jî diyar kir ku “Dehaqekî din rabû ser piyan, lê divê ji bîr nekin, bi hezaran Kawa jî rabûne ser piyan” û destnîşan kir ku bi kuştinê wê kes nikaribe Kurdan bi dawî bike.

 ‘EM Ê BI BERXWEDANÊ LI ŞEHÎDÊN XWE XWEDÎ DERKEVIN’

Dayika Ethem Sarisuluk ê di serhildana Gezî de li Enqereyê hat qetilkirin, Sayfi Sarisuluk jî wiha axivî: “Xwe tenê hîs nekin. Em jî li vir li gel we ne. Em ê bi hev re heta dawî li ber xwe bidin.”

Dayika Medenî Yildirim ê ku dema lêkirina qereqolan li Liceyê protesto dikir hat qetilkirin, Fahriye Yildirim wiha axivî: “Bi qetlîaman canê me digirin. Em li dijî vê zilm û vî wehşiyî li kêleka hev in û bi berxwedanê em ê li şehîdên xwe xwedî derkevin.”

...