Dayika Ethem Sarisuluk: Heta Erdogan neçe em nasekinin!
Malbatên ku zarokên xwe di berxwedana Gezî û qetlîama Pirsûsê de winda kirin û Dayikên Şemiyê, bi Hevserokê DBP’ê Kamuran Yuksek re hatin gel hev.
Malbatên ku zarokên xwe di berxwedana Gezî û qetlîama Pirsûsê de winda kirin û Dayikên Şemiyê, bi Hevserokê DBP’ê Kamuran Yuksek re hatin gel hev.
Malbatên ku zarokên xwe di berxwedana Gezî û qetlîama Pirsûsê de winda kirin û Dayikên Şemiyê, bi Hevserokê DBP’ê Kamuran Yuksek re hatin gel hev. Dayika Ethem Sarusuluk ê ku di berxwedana Geziyê de li Enqereyê hat qetilkirin, Sayfi Sarisuluk da zanîn ku ew ji yên zilmê dikin natirsin. Dayikan piştî Amedê ji bo tevli berxwedana Botanê bibin ber bi Nisêbînê ve ketin rê.
Malbatên ku zarokên xwe di berxwedana Gezî û qetlîama Pirsûsê de winda kirin û Dayikên Şemiyê, li Amedê bi Hevserokê DBP’ê Kamuran Yuksek re di civîna çapemeniyê de hatin gel hev. Yuksek ku di civînê de axivî da zanîn ku êşa malbatan hevpar e û behsa girîngiya li hemberî zilmê bên gel hev kir.
‘DEWLET HER KESÎ QETIL DIKE’
Yuksek diyar kir ku dewlet her kesî qetil dike û wiha got: “Dewlet gelê Kurd qetil dike. Ji ber ku Kurd mafên xwe dixwazin, niha li Cizîrê jî birindarên ku di jêrzemînek avahiyê de ne nahêlin ambûlans biçin wan bibin nexweşxaneyê. Em li welatekî bi vî rengî dijîn. Mirovên me yên li wê derê nabin nexweşxaneyê. Wijdan û exlaqekî çawa heye, mirovên me li ber çavan jiyana xwe ji dest didin.”
‘LI DIJÎ DEWLETA FAŞÎST EM BI HEV RE TÊBIKOŞIN’
Yuksek da zanîn ku sûcê ku li Cizîrê pêk tê li hemberî hemû mirovahiyê ye û ev tişt got: “Em encax bi têkoşîna bi hev re dikarin vê zilmê bidin rawestandin. Têkoşîna me ya ku me li hemberî vê rejîma faşîst daye destpêkirin ji bo hemû kesî ye.”
‘EZ JI TI KESÎ NATIRSIM’
Di dema Yuksek daxivî de dayika Ethem Sarusuluk ê ki di berxwedana Geziyê de li Enqereyê hat qetilkirin Sayfi Sarisuluk mafê axaftinê girt û anî ziman ku wan di bûyerên Geziyê de ger bi hev re tevbigeriyan dê ev tişt pêk nehata û wiha got: “Ez ji yên zilmê dikin natirsim. Kurê min çû, lê ji bo ku yên din neçin ez ji Enqereyê hatim vêderê. Me zarokên xwe ji bo Tayyîp Erdogan ji me bistîne mezin nekir. Min zarokek xwe da lê hezar zarokên min çêbûn. Îro em hatin vêderê, êşa Rojhilat û Rojava tuneye.”
‘EM DI PÊVAJOYEK KU SALÊN 90’Î DERBAS DIKE DIJÎN’
Piştre Dayika Murta Yildiz ê ku li Îzmîrê hat girtin û piştre jî jê agahî nehat girtin Hanîfa Yildiz axivî û ev tişt got: “Êşên me mezin in. Em di pêvajoyek ku salên 90’î derbas dikin de dijîn. Ev şerekî rantê ye.”
‘HETA EM AZAD NEBIN PAŞ VE GAV NAVÊJIN’
Ji Meclisa Dayikên Aştiyê yên Amedê Murvet Demîr jî ev tişt got: “Me îhaleyek girtiye û ew jî azadiyê. Heta em azad nebin gavek jî paş ve navêjin. Kurd natirsin û wê netirsin.”
Piştî daxuyaniyê malbat ji bo tevli meşa Botanê bibin ber bi Nisêbînê ve ketin rê.