Ambûlansên şaredariyê careke din hat astengkirin

Wesayîtên Şaredariya Cizîrê ku ji bo 19 birîndarên di jêrzemîna avahiyek li Cizîrê bigire ji duh ve gelek caran hewl da bikeve taxê û dihat astengkirin careke din jî hat astengkirin.

Ambûlansa aîdî Şaredariya Cizîrê ku ji bo 19 birîndar û 6 welatiyên ji ber ranekirin nexweşxaneyê ji ber xwîn ji wan çû jiyana xwe ji dest dan di jêrzemîna avahiyek li Taxa Cûdî ya Cizîrê ev 7 roj in li benda ambûlansê ne bigire, careke din ber bi taxê ve ket rê. Ambûlans herî dawî duh danê êvarî hewl dan birîndaran bigire û ji aliyê tankê hatibûn astengkirin. Vê carê jî li serê Cadeya Nisêbînê hat sekinandin. Tê diyarkirin ku bi çûyina ambûlansê ve topbarana li ser qada malê zêde bûye û hêzên dewletê li hewayê gule reşandine. Duh jî ambûlans û ekîbên dildar ên tenduristiyê hewl dabûn bikevin kolanê û birîndaran bigirin, lê bi gotine, “şer heye” nexistin taxê.

Li gor agahiyên ji çavkaniyên herêmî, di rojên dawî de şer çênebûye, dema ambûlans hewl didin bikevin kolanê, hêzên dewletê kolanê gulebaran û bomberdûman dike, ji bo karibe ambûlansê asteng bike dibêje; “şer heye.”

Duh Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz têkîldarî îdîaya “şer heye” ya ambûlansan asteng dike axivî, got her ambûlans dike bikeve taxê ji aliyê wesayîtên zirxî yên mal dorpêç kirine gulebaran pêk tê, rengê pevçûnê didinê û destûrê nadin ambûlans xwe nêzî malê bike. Sariyildiz diyar kiribû ku duh dema ambûlans li xaçerêyê disekinîn wesayîtên zirxî bi ser wan de gule reşandin û wê demê gelek xebatkarên çapemeniyê anîn cihê bûyerê û wiha anons derbas kirin: “Şer heye û ketina ambûlansê ya taxê tê astengkirin.”

Tê ragihandin ku di mala 19 birîndar lê ne de ji birîndaran Ferhat Karadûman şiûra xwe winda kiriye û rewşa tenduristiya 4 birîndaran jî qrîtîk e. Birîndar ev 3 roj in bê av in.