KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Jinên ji bo birîndaran xwe kirin sîper: Me gazî kir lê...
Jinên ku ji bo alîkariya birîndarên ku li Cizîrê ev 10 roj in di jêrzemîna avahiyekî de ne çûn lê tîmên taybet çek dan serê wan û binçav kirin, tiştên ku dîtin vegotin. -
Endama TEV-DEM'ê Eyşe Efendî: Kurd wê ji rêya xwe venegerin
Endama TEV-DEM'ê Eyşe Efendî da xuyakirin, ku ne tenê gelê Kurd, gelên Ereb, Suryanî, Tirkmen û Ermenî jî li derveyî Cenevre-3 hatine hiştin. -
FEDA: ‘Malên Îrfanê’ cih mirovên ketî ne
FEDA diyar kir ku AKP dixwaze Elewiyan asîmîle bike, ‘Malên Îrfanê’ jî têkîldarî vê polîtîkayê ne. -
Komalên Jinên Ciwan: Divê jinên ciwan biherikin Cizîr, Sûrê
Koordînasyona Komalên Jinên Ciwan: Jinên ciwan çawa bi ruhê seferbertiyê salek berê herikîn Kobanê û li dijî çeteyên DAIŞ’ê têkoşiyan, îro jî divê biherikin Cizîr û Sûrê, her derê veguherîne kelhên berxwedanê. -
Nesrîn Abdûllah: Xwerêveberî wê azad bike
Di civîna ku li Parîsê Fermandara YPJ’ê Nesrîn Abdûllah tevlî bû de berxwedana xwerêveberiyan hat silavkirin. Abdûllah got modela Rojava tenê dikare Rojhilata Navîn ji kaos û şer rizgar bike. -
Ji birîndaran 2 roj in agahî tuneye!
Li navçeya Cizîrê birîndarên ku ev 10 roj in di jêrzemîna avahiyekî we ne 2 roj in ji wan agahî nayê wergirtin. -
Li Cizîrê 5 cenaze hatin dîtin
Li navçeya Cizîrê li dijî êrîşan berxwedana gel di roja 50'emîn de ye, li kolana Reyhanê cenazeyên 5 kesan hatin dîtin. -
Li Sûrê gelek leşker û polîs hatin kuştin/HAT NÛKIRIN
Di pevçûna îro de gelek leşker û polîs hatin kuştin. Rayedarên dewleta Tirk îdîa dikin ku tenê 3 leşker mirine û 2 polîs jî bi giranî birîndar bûne. -
Gelê Başûrê Kurdistanê nerazîbûneke tund nîşanî terora dewleta Tirk da
Gelê Başûrê Kurdistanê, êrîşên dewleta Tirk ên li Bakurê Kurdistanê şermezar kirin û destnîşan kirin, ku bi kuştinê re ti gel naqede. Welatiyên başûrî banga yekîtî û hevgirtinê li tevahiya Kurdan kirin. -
Wesayîta zirxî îmha bû/HAT NÛKIRIN
Li Hezexê danê sibehê li ser rêya Midyad-Hezexê dema derbasbûna wesayîta zirxî de teqînek pêk hat, di encam de wesayît îmha bû. -
Ciwanên Kerkûkî: Pasîfîzm têk çûn e, berxwedan jî serketin e
Piştî ciwanên Daquq û Kîfrî, ciwanên ji Kerkûkê jî li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî Bakurê Kurdistanê daxuyaniyek dan û bang li ciwanên li Başûrê Kurdistanê kirin, ku li nava refên YPS'ê li ber xwe bidin. -
Alimên di rojiya berxwedanê de ne: AKP polîtîkayên dagirkeriyê yên sed salî dimeşîne
Alimên olî yên di nobeda berxwedanê ya li Girê Mîra de cih digirin, di rojiya berxwedanê ya 3 rojan de ne. Aliman, polîtîkayên şer ên AKP li dijî gelê Kurd dimeşîne weke 'dagirkeriyê' bi nav kirin. -
Salvegera azadiya Kobanê li Meschede hat pîrozkirin
Li Meschede ya ser bi bajarê Elmanya Dortmûnê, salvegera azadiya Kobanê bi şevekê hat pîrozkirin. -
Ji bo ji nû ve avakirina Silopiyayê zend û bend hatin badan
Hêzên dewleta Tirk, di nava 37 rojên dorpêçî û êrîşê de zerareke mezin li Silopiyayê kirin. Ji bo ji holê rakirina vê xisarê zend û bend hatin badan. -
Li Toûloûse, Essen û Hagenê bîranîna şehîdan
Li bajarê Fransa Toûloûse û li bajarên Elmanya Essen û Hagenê cangoriyên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê hatin bîranîn. -
Li pişt xendekan keçeke Tirk
Endama YPS Jin Nûrhak Irmak a li Nisêbînê di nava berxwedana xwerêveberiyê de ye got, "Ez ne Kurd im, lê beriya her tiştî mirov im. Li pêş çavên tevahiya cîhanê zarokên Kurd bi bomberdûmanê tên qetilkirin û kes lê temaşe dike." -
Malên gel ên hatine dizîn li depoyan tên ragirtin
Şêniyên Silopiyayê diyar kirin, di dema dorpêçî û terora dewletê de, xaniyên wan ji aliyê hêzên dewletê ve hatine dagirkirin û eşyayên wan hatine dizîn. Silopiyayiyan dan xuyakirin, ku malên wan ên hatine dizîn li depoyan tên ragirtin. -
Pêşmerge: Ya çareseriyekê bibînin ya jî dest ji hikûmetê berdin
Pêşmergeyên Başûrê Kurdistanê bal kişandin ser xeteriya krîza heyî ya li herêmê û bang li hikûmetê kirin, ku ya tavilê çareseriyekê ji krîzê re bibînin, yan jî rê li ber hikûmeteke nû vekin. -
Li Gazî û Kanaryayê berxwedana xwereveberiyê
Li Taxa Gazî şerê di navbera ciwan û polîsan de dewam dike, li Taxa Kanarya ya Kuçukçekmece jî ciwan ji bo Sûr û Cizîrê daketin kolanan. -
Ji birîndaran ev 29 saet in agahî nayê girtin
Ji birîndarên li Cizîrê ku 9 roj in di bodroma malekê de li bendêne ku rakin nexweşxaneyê, ev 29 saet in ti têkilî bi birîndaran re nehatiye danîn. -
Kedkarên tenduristiyê: Heta korîdor vebe em ê li ser rêya Cizîrê bin
Kedkarên tenduristiyê yên ji bo birîndar û cenazeyên ku 9 roj in di qata jêrzemîn a avahiyekê wene wergirin ketin ser riya Cizîrê du caran rastî astengiyan hatin. -
Li Edeneyê 2 zarok bi guleyên polîsan birîndar bûn
Li Taxa Barbaros a Edeneyê ku ji bo piştgiriya berxwedana gel a li Kurdistanê gel daketibû qadan di encama êrîşa polîsan de 2 zarok bi guleyan birîndar bûn. -
Li Dergulê dorpêça li ser Botanê hat protestokirin
Li Dergulê bi daxuyaniyek çapemeniyê ve dorpêça li ser bajarên Botanê hat protestokirin. -
Polîsên Tirk êrîşî Bîrlîk a HDP’yî û Karahan kir
Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Leyla Bîrlîk û Hevşaredarê bajarê Şîrnexê Serhat Karahan ê ku xwestin ji Silopiyayê biçin Şirnexê, di derketina Cizîrê de ji aliyê tîmên taybet hatin rawestandin û hatin derbkirin. -
Li Edeneyê kepeng nehatin vekirin
Li taxên Edeneyê ku li hember êrîşên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê kepeng nehatin vekirin, li gelek cihan pêşendanên protestoyî hatin lidarxistin.