FEDA: ‘Malên Îrfanê’ cih mirovên ketî ne
FEDA diyar kir ku AKP dixwaze Elewiyan asîmîle bike, ‘Malên Îrfanê’ jî têkîldarî vê polîtîkayê ne.
FEDA diyar kir ku AKP dixwaze Elewiyan asîmîle bike, ‘Malên Îrfanê’ jî têkîldarî vê polîtîkayê ne.
Desteya Pîran a Federasyona Elewiyên Demokratîk a Ewropa (FEDA) têkîldarî polîtîkayên hikûmeta AKP’ê yên Elewiyan dike hedef daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniya nivîskî de FEDA got ev demeke dirêj e AKP’e bi Elewiyan re civînan li dar dixw, lê ev hemû bi ‘fiyasko’ bi encam bûye. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku AKP vê carê jî hewl dide bi ‘Malên Îrfanê’ ve Elewiyan bikişîne cem xwe.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Bi hezaran salan e ku cihê îbadeta baweriya komên Elewî-Kizilbaş, xihê wê yê xweser mala cem e. Ji bilî vê cihê îbadetê nîne û çênebûye. ‘Malên Îrfanê’ yên AKP’ê di pêvajoya dawî de kiriye rojevê, malên asîmîlasyon an jî ketiyan e.”
DAXWAZ
FEDA, got daxwaza ti mûçeyan ji AKP’ê nakin, kesên daxwazên wiha ji ser Elewiyê dikin wek ‘ketî’ pênase kir, bal kişand ku AKP’e dixwaze îbadetgeha resen a Elewiyan dejenere bike.
Di daxuyaniyê de daxwazên Elewiyan wiha hat rêzkirin: “Rakirina Diyanetê, rakirina dersên olî; divê gelên Mezopotamya û Anatolyayê karibin baweriyên xwe yên cuda bi awayekî azad bijîn û ev bi makezagonê bê garantîkirin.”
Desteya Pîran a FEDA’yê di dawiya daxuyaniyê de banga helwestgirtina li hember ‘Malên Îrfanê’ li tevahî Elewî-Kizilbaşan kir.