Endama YPS Jin Nûrhak Irmak a li Nisêbînê di nava berxwedana xwerêveberiyê de ye got, "Ez ne Kurd im, lê beriya her tiştî mirov im. Li pêş çavên tevahiya cîhanê zarokên Kurd bi bomberdûmanê tên qetilkirin û kes lê temaşe dike."
Endama YPS Jin Nûrhak Irmak a ji Meletiyê, tevî nasnameya xwe ya sosyalîst dibêje; ji bo 'biratiya gelan', ji bo parastina gelê Kurd ji polîs û artêşê, wê berê xwe daye Nisêbînê.
Dema me xwest pê re hevpeyvînê bikin, endama YPS Jin Nûrhak Irmak bi israr dubare kir ku ew naxwaze ji kamerayê re biaxive. Irmak anî ziman, ku heta emrê xwe yê xwendina lîseyê wê Kurd weke 'terorîst û gelekî divê were kuştin' didît û ragihand, ku piştî tevgerên sosyalîst nas kir, nêrîna wê ya li Kurdan guherî.
Irmak da zanîn, li hemberî daxuyaniyên dawî û êrîşên hikûmeta AKP'ê wê berê xwe daye Nisêbînê û got, "Ez ne Kurd im, lê beriya her tiştî mirov im. Li pêş çavên tevahiya cîhanê zarokên Kurd bi bomberdûmanê tên qetilkirin û kes lê temaşe dike. Kurd û Tirk ti carî nebûne derdê sîstema kapîtalÎst. Bi tenê hestên neteweperestiyê sor dike û bi vî rengî xwe zexm dike. Binêrin, gelo ev pêkanînên AKP û Erdoga kêmî yên Hîtler in? Lê belê ev wehşeta li hemberî Kurdan tê kirin, bi xweşiya gelek mirovên li rojavayê welêt dijîn diçe. Eger Kurd xwişk û birayên min bin, hingî çima ev sîstem ji bo berjewendiyên xwe xwişk û birayên min qetil dike? Çima ez ê li pêşberî qetilkirina xwişk û birayên xwe bêdeng bimînim? Gelo heta niha hatiye dîtin ku civaka Kurd êrîşî can, mal û axa Tirkan kiriye? Ev gel bi hezaran salan e li ser vê xakê dijî û çawa dixwaze dikare bi wî rengî bijî. Gelo ev yek ne mafê herî xwezayî yê Kurdan e? Heta ku Tirk li hemberî vî şerê kirêt ê dewletê dengê xwe bilind neke, Tirk wê ji vê zerarê bibîne."
Irmak da xuyakirin, ku li rojavayê Tirkiyeyê gelek jin hene her roj rastî 'wehşeta evîndar', 'wehşeta hevser' tên û axaftina xwe wiha dewam kir: "Kî cesaretê dide van mirovên jinan qetil dikin? Hûn li parlamenterên AKP'ê guhdarî nakin? Her yek ji wan mîna meleyekî DAIŞ'ê ji bo qetilkirina jinê fetwayê dide. Dadgeriya di bin kontrola AKP'ê de ye, jinên tên kuştin weke ya tehrîk kiriye nîşan dide û bi vî rengî hejmara kujeran di nava civakê de zêde dike. Her jina haya xwe ji vê heye divê li nava refên YPS Jin cihê xwe bigirin. YPS Jin rêxistinbûyîneke sivîl e û li dijî her şêwe êrîşên li dijî beden, ziman, çand û xwezaya jinê, bi her awayî wê parastinê bike. Em bi vî rengî nêzî bûyerê dibin. Li Kobanê gelek ciwanên Tirk ên leheng li dijî çeteyên DAIŞ'ê yên tecawizkar, tevlî karwanê nemiran bûn. Ji niha û pê ve zilm li ku be, divê her mirovên xwedî hesta însanî li dijî zilmê li ber xwe bide. Niha em li Nisêbînê tevî ciwanên Kurd ên navê Hakî, Kemal Pîr hêjayî xwe dibînin, ji bo cîhaneke wekhev û bê şer, em li dijî sîstema despot têdikoşin."