Pêşmerge: Ya çareseriyekê bibînin ya jî dest ji hikûmetê berdin
Pêşmergeyên Başûrê Kurdistanê bal kişandin ser xeteriya krîza heyî ya li herêmê û bang li hikûmetê kirin, ku ya tavilê çareseriyekê ji krîzê re bibînin, yan jî rê li ber hikûmeteke nû vekin.
ANF
NAVENDA NÛÇEYAN
duşem, 1 reşemiyê 2016, 07:02
Pêşmergeyên Başûrê Kurdistanê bal kişandin ser xeteriya krîza heyî ya li herêmê û bang li hikûmetê kirin, ku ya tavilê çareseriyekê ji krîzê re bibînin, yan jî rê li ber hikûmeteke nû vekin. Pêşmergeyan ji bo partiyên siyasî yên Kurd jî gotin, "Eger em nebin yek wê xaka Başûrê Kurdistanê jî ji destê me biçe."
Pêşmerge Ednan Mehemed û Salih, krîza li Başûrê Kurdistanê ji ANF'ê re nirxandin û bangên girîng li partî û rêxistinên Kurd kirin.
'BERIYA HER TIŞTÎ DIVÊ PARTIYÊN SIYASÎ DAWÎ LI KRÎZA NAVA XWE BÎNIN'
Ednan Mehemed da xuyakirin, ku gel hemû ji nakokiyên li Başûr tê jiyîn nerazî ye û got, "Nakokiyên di nava partî û rêxistinê siyasî de di berjewendiyên gelê başûr û gelê Kurd de nîne. Îro li gelemperiya Başûrê Kurdistanê yan jî gelê Kurd tevahî pêwîstî bi jiyanekî asayî heye ku bijî. Hemû aloziyên nava partî û rêxistinên cihan ne tenê herêma Kurditan bandorê li welatiyên hejar dikin. Di şoreşên kevnar ên Kurdan jî tê dîtin ku berxwedan û kedek mezin heye, lê ji ber nakokiyên partî û saziyên siyasî negihiştiye encam. Daxwaza me ji destpêkê partiyên siyasî û rêxistinê navxweyî heye ku dawî li krîza navxweyî bônin, ji ber ku di encam de ne tenê welatiyên hejar an ji rêxistinên siyasî wê ziyanê bibînin, wê tevahiya gelê Kurd ji vê krîzê ziyanek mezin bibinin."
'EGER EM NEBIN YEK, WÊ HIKÛMETA KURD JÎ JI DEST BIÇE, XAKA KURDISTANÊ JÎ NEMÎNE'
Mehemed diyar kir, eger ew dev ji pirsgirêkên siyasî yan hizbî bernedin, destê hev negirin, nikarin bijîn û axaftina xwe wiha dewam kir: "Ne tenê dewleta Kurdî, wê hikûmeta Kurd jî ji destê me derbikevin û xak me Kurdistan jî namîne. Ji ber neyekbûna partî û rêxistinên siyasî me bi hezaran şehîd dan, koçber bûn û mal hatin hilweşandin û yekîtiyek nehat avakirin. Eger niha ji nebin yek, destên hev negirin, em ê dîsa koçber bibin û bên kuştin. Em wek ciwanên binarê Qendîl piştgiriya hemû gelê Kurd ên ji bo yekgirtin gelê Kurd, bê ku xiyanet yan jî destên ji derve dinav de be dikin."
Mehemed bal kişand ser krîza heyî ya borî û da xuyakirin, ku eger demildest pêşî li vê krîzê neyê girtin, wê krîz mezintir bibe û bi xwe re koçberbûneke mezin bîne. Mehemed diyar kir, ku dijminên Kurdan dizanin li Rojavayê Kurdistanê destketiyek Kurdan heye, li Başûr jî dewlemendiyeke mezin heye, lewma ji bo jê sûdê werbigirin êrîşên xwe yên li ser gelê Kurd zêde dikin.
Mehemed ev bang kir:
"Banga li hemû partiyên siyasî yên Kurd PDK, YNK, PKK, PYD, Yekgirtû û Komela Îslamiyekan dikim ku li hev bicivin û yekgirtineke Kurdan ava bikin. Ji ber ku em hemû Kurd in, ên ku pirsgirêka Kurd çareser bikin û xizmetê ji bo Kurdan bikin ev partî ne û divê yekgirtinekê ava bikin. Ev krîz bi yekbûna partiyên siyasî re dikare bi demê re çareser bibe. Bi taybet daxwazî li Serokê Hikûmetê dikin demildest çareseriyekê ji vê krîzê re bîne, ji ber ku beşek mezin a desthilatdarî li dest de ye û hêvîdarim ku zûtirîn wext krîz bi dawî bike. Bi hêvî ne ku çareseriyek ji bo gelê başûr bê danîn. Ez bi xwe ji weke pêşmergeyek amade me ruh û canê xwe ji bo vê axa pîroz bikim qurbanî. Lê ne ji bo xiyanetê, ji bo mafê gelê Kurd û mafê jiyînê, mafê mirovayetiyê, ji bo ku zarokên wî welatî li ser axeke pîroz bikaribe bijî."
'JI ALIYEKÎ VE LI DIJÎ ÇETEYAN ŞER DIKIM, LI ALIYÊ DIN MALA XWE XWEDÎ DIKIM; EV 3 MEH IN MÛÇE NAYÊ DAYÎN'
Pêşmergeyê bi navê Salih jî da xuyakirin ku wan tevî bi hezaran welatiyên vê xakê di çeperên şer de li hember çeteyên DAIŞ’ê şer kirine û got, "Weke kesayetiyek dema li çeperên şer bûm, aliyek vê xakê diparêzim li aliyê din mala xwe xwedî dikim. Ev sê meh in min mûçe wernegirtiye ku karibim mala xwe xwedî bikim."
Salih bal kişand ser krîza aboriyê ya heyî û da zanîn ku neyekbûna partiyên siyasî bû sedem ev krîz mezintir bibe.
PEREYÊ PETROLA JI TIRKIYEYÊ RE TÊ FIROTIN LI KU YE?
Salih got, "Ti cudahî nîne ku Mesûd Barzanî yan jî Celal Telebanî li ser desthilatiyê be. Ya girîng ew e ku çareseriyek ji bo vê krîzê bibîne. Bi sedan ciwan ji ber krîza aborî koçî welatên Ewropa kirin. Ew hemû petrola ku tê firotina Tirkiye, diravê wê petrolê li ku ye? Li ser vê jî dema welatiyek bixwaze alikariya gerîlayên PKK'ê yên li çeperan dikin, niha li Şengal şer dikin, hikûmet nerazî dibe û dibêjin alîkariya wan nekin. Li Şengalê gerîlayên PKK’ê şer kir û Şengal rizgar kir. Mesût Barzanî li ser TV axivî û digot 'Ji bilî pêşmergeyan ti hêz şer nakin.' Çima Mesût Barzanî rastiyan nabêje? PKK’ê Şengal rizgar kir, gelek gundên derdor rizgar kir. Êdî rastî nayê gotin."
'ÇARESERÎ BI NÎV MÛÇEYÎ NABE'
Salih anî ziman ku divê hikûmet çareseriyê ji pirsgirêkên heyî re bibîne û got, "Mamoste daxwaza mafê xwe dikin, ji ber sedema baykotê zarokên min nikarin herin dibistanê. Çareserî bi dayîna niv mûçe nabe. Gelek mamoste hene di kirê dene û nirxê kirê jî giranin. Li gorî mûçeyê heyî nikare debara xwe bike. Mamoste hene 400 hezaran werdigire, bi dayîna nîv mûçe, wê çawan bikaribe debara xwe bike, mala xwe xwedî bike"
'YA ÇARESERIYEKÊ BIAFIRÎNIN YAN JÎ DEST JI HIKÛMETÊ BERDIN Û RÊ JI HIKÛMETEKE DIN RE VEKIN'
Pêşmerge Salih ev bang kir: "Bang li hemû serokên Kurdan dikin çareseriyek ji bo vê qeyranê bibînin, êdî bes. Eger bi vî awayî biçe, wê gel giştî rabe ser lingan û hikmeta heyî hilweşîne û hikûmetek din nû ava bikin. Eger ev hikûmet ji pirsgirêkan re nabe bersiv bila hikûmetek nû, ne YNK, PDK, Goran yan her çi rêxistinek be. Hikûmetek nû ku mafê gelê Kurd biparêzin û mafê jiyînê ji bo gel bide afirandin. Hikûmet ji bo gel heye, pirsgirêkên gel çareser bikin ne ji bo alozî û krîzan mezintir bikin. Yan çareseriyek ji bo gel bidin afirandin yan hikûmetê berdin rê ji hikûmetek din re vekin. Hikûmeta ku kursiyekê neke qûrbanî ji bo gel, wê çareseriyek çawa bÎne. Her roj bi dehan ciwan ji başûrê Kurdistan koçî welatên Ewropa dikin, di deryayê de dixeniqin. Em pir xemgînin ku bûyerên bi vî awayî rû didin. Welat wisa bûye ku ciwan axa xwe diterikînin û di nava avê de dixeniqin. Çima hikûmet çareseriyek ji van ciwanan re nabîne. Bes e êdî, bila ciwan neyên kuştin.
Bi hezaran pêşmerge ruhê xwe kirin qûrban, mal û zarokên wan bê çare e û nikarin xwe bidin jiyîn. Hikûmet çima bi van malbatan re nabe alîkarî.
Dubare bang li hemû partiyên siyasî û rêxistinên Kurd dikin yekgitinekî biratiyê bikin li derdora mêze rûnin, çareseriyek ji bo vê krîza aborî re bibînin. Êdî bes e heta kengê ev rewş wê wiha berdewam bike."