Ji bo ji nû ve avakirina Silopiyayê zend û bend hatin badan
Hêzên dewleta Tirk, di nava 37 rojên dorpêçî û êrîşê de zerareke mezin li Silopiyayê kirin. Ji bo ji holê rakirina vê xisarê zend û bend hatin badan.
Hêzên dewleta Tirk, di nava 37 rojên dorpêçî û êrîşê de zerareke mezin li Silopiyayê kirin. Ji bo ji holê rakirina vê xisarê zend û bend hatin badan.
Hêzên dewleta Tirk, di nava 37 rojên dorpêçî û êrîşê de zerareke mezin li Silopiyayê kirin. Ji bo ji holê rakirina vê xisarê zend û bend hatin badan. Komîsyona Tespîtkirina Xisarê ya Şaredariya Silopiyayê, heta niha 350 malên bi giranî û di asta navîn de xisar dîtine tespît kirin.
Ji bo ji nû ve avakirina Silopiyaya ji aliyê hêzên dewletê ve hat xerakirin, zend û bend hatin bedan. Gava destpêkê ya ji nû ve avakirinê, xebatên Komîsyona Tespîtê ya Xisarê ye, ku komîsyon ji aliyê Şaredariya Silopiyayê ve hatiye avakirin. Komîsyonê heta niha li taxên Başak, Barbaros, Şehîd Harûn, Nûh û Cûdî 350 xaniyên ji ber êrîşên dewletê di asta giran û navîn de xisar dîtine, tespît kir.
XISARA HERÎ MEZIN LI TAXA BAŞAKÊ BÛ
Endama Komîsyona Tespîtkirina Xisarê ya Şaredariya Silopiyayê Şeyda Urper li ser xebatên xwe agahî da. Urper diyar kir, heyetek ji 9 kesan heta niha li 5 taxan xebat meşandiye. Urper da zanîn, ku ew li taxên Başak, Barbaros, Nûh, Şehîd Harûn û Cûdî geriyane û anî ziman, ku dîtine xisara herî mezin li taxa Başakê bûye.
'EM LI 350 XANIYAN GERIYAN'
Urper ragihand, wan bi taybetî xaniyên xisareke giran li wan çêbûne tespît kirine û got, "Me bi giştî 350 xanî tespît kirin. Li taxa Başakê 291 xanî xisareke giran dîtine û hilweşiyan e. Em bi taybetî li nava xaniyên xisareke mezin dîtine digerin. Hema hema şibakeyên hemû xaniyan hatine şikandin. Di destpêkê de em li nava xaniyên şewitîne û xisareke mezin lê bûne digerin."
'MAL NEMANE DERÎ Û ŞIBAKEYÊN WAN NEŞIKIYAN E'
Urper da xuyakirin ku li taxa Barbaros 15 xanî, li taxa Cûdî 5, li taxa Şehîd Harûn 6 û li taxa Nûhê jî 2 xaniyan xisareke mezin dîtine û got, "Ev xanî hemû ji ber topbaranê hilweşiyan e. Bi temamî xera bûne. Di serî de li van taxan, li taxên din jî bi sedan xaniyan di asta navîn û kêm de xisar dîtine. Hemû alavên di nava xaniyan de ne, bûne nema karibin werin bikaranîn. Tevî serma û seqema zivistanê jî malbat li hewşa xaniyên xwe yên şewitî û hilweşiyayî radizên. Xebatên me didomin."
'DIVÊ HER KES JI BO SÛR, CIZÎR Û SILOPIYAYÊ SEFERBER BIBIN'
Urper da zanîn ku gelê Silopiyayê hewl dide bi derfetên xwe li ser piyan bimîne û anî ziman, ji derve ve ti alîkarî ji gel re nayê. Urper got, "Li Silopiyayê enqazeke gelekî mezin heye. Ji ber ku malbat li cem xizmên xwe dimînin, li malekê 15-20 kes dijîn. Rewşeke bi vî rengî heye. Girîng e tevahiya gelê Kurd vê bibîne. Çawa ku ji bo Kobanê seferber bûn, divê heman tişt ji bo Silopiya, Sûr û Cizîrê jî were kirin." Urper da xuyakirin, ku piştî tespîta xisarê, wê li gorî plansaziya komîsyonên ji bo ji nû ve avakirinê werin avakirin re dest bi karê ji nû ve avakirinê bikin.