Wesayîta zirxî îmha bû/HAT NÛKIRIN
Li Hezexê danê sibehê li ser rêya Midyad-Hezexê dema derbasbûna wesayîta zirxî de teqînek pêk hat, di encam de wesayît îmha bû.
Li Hezexê danê sibehê li ser rêya Midyad-Hezexê dema derbasbûna wesayîta zirxî de teqînek pêk hat, di encam de wesayît îmha bû.
Li navçeya Hezexê ya Şirnexê danê sibehê li ser rêya Midyad-Hezexê dema derbasbûna wesayîta zirxî de teqînek pêk hat. Bi bandora teqînê ve wesayîta zirxî ya qulibî îmha bû.
Piştî teqînê hêzên dewleta Tirk ji wesayîtên zirxî li Taxa Tûrgût Ozal gule reşandin, li ser bersivdayina YPS’ê jî şer derket.
Hat ragihadin ku di wesayîta zirxî ya hat îmhakirin de 2 jê giran 3 tîmên taybet ên Tirk birindar bûn.
Timên taybet ên birîna wan giran bi helîkopteran rakirin Nexweşxaneya Leşkerî ya Şirnexê. Polîsên din ên birîndar jî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Hezexê.