Salvegera azadiya Kobanê li Meschede hat pîrozkirin
Li Meschede ya ser bi bajarê Elmanya Dortmûnê, salvegera azadiya Kobanê bi şevekê hat pîrozkirin.
Li Meschede ya ser bi bajarê Elmanya Dortmûnê, salvegera azadiya Kobanê bi şevekê hat pîrozkirin.
Li Meschede ya ser bi bajarê Elmanya Dortmûnê, salvegera azadiya Kobanê bi şevekê hat pîrozkirin.
Bi sedan Kurdistaniyên li Meschede û derdora wê dijîn tevlî şevê bûn. Koma Hevgîn, Heqî Botan, Fevzî Kiliç, Ehsan Xelîkan, Hozan Medenî, Koma Gerîla Soûng Hîp Hop, Hozan Canê, Koma Hevdem û Yakûp Erkan derketin ser dikê.
Di şevê de li ser navê NAV-DEM û CENÎ axaftin hat kirin. Qisekeran yekemîn salvegera rizgariya Kobanê ji çeteyên DAIŞ'ê, pîroz kirin.
Her wiha berxwedana xwerêveberiyê ya li Bakurê Kurdistanê jî hat silavkirin û hat gotin, "Îro li Kurdistanê, çeteyên AKP/DAIŞ'ê û Dîktatoriya Qesrê komkujiyên li dijî mirovahiyê dikin."
Şev bi qîrîna dirûşmên "Bijî Berxwedana Kobanê", "Bijî YPG, YPJ", "Bijî Serok Apo", "Bijî Xweseriya Demokratîk", "Bijî YPS" bi dawî bû.