Malên gel ên hatine dizîn li depoyan tên ragirtin

Şêniyên Silopiyayê diyar kirin, di dema dorpêçî û terora dewletê de, xaniyên wan ji aliyê hêzên dewletê ve hatine dagirkirin û eşyayên wan hatine dizîn. Silopiyayiyan dan xuyakirin, ku malên wan ên hatine dizîn li depoyan tên ragirtin.

Şêniyên Silopiyayê diyar kirin, di dema dorpêçî û terora dewletê de, xaniyên wan ji aliyê hêzên dewletê ve hatine dagirkirin û eşyayên wan hatine dizîn. Silopiyayiyan dan xuyakirin, ku malên wan ên hatine dizîn li depoyan tên ragirtin. Gel ev yek şiband talana DAIŞ'ê ku li cihên dagir dikir di bin navê xenîmeta şer de her tişt didizî.

Gelê Silopiyayê 37 rojan li dijî talan û êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk li ber xwe dan. Mirovên ji ber zerara li xaniyê wan bûn ji neçarî malên xwe terikandin, dema vegeriyan malên xwe dîtin ku li xaniyên bi rojan di bin dagirkeriya polîs û leşkeran de bûn gelek eşya nîne. Gel dibêje malên wan li depoyeke dewletê tên ragirtin.

'TI CUDAHIYA XWE JI DAIŞ'Ê NÎNE!'

Medîne Nas da zanîn, ku ew bi darê zorê ji xaniyê xwe yê li taxa Başakê hatine derxistin û xaniyê wan bi rojan ji aliyê hêzên dewletê ve weke biryargehê hatiye bikaranîn. Nas ragihand, leşker, polîs û cerdevanan xaniyê wan li gorî dilê xwe bi kar anîne û diyar kir, hêzên dewletê kompûter, televîzyon, alavên spî û gelek eşyayên li malê bi xwe re birine. Nas got, "Dizî kirine û tiştek li malê nehiştine. Bi darê zorê em ji mala me derxistibûn. Dema em li mala xwe vegeriyan, me talaneke mezin dîtin. Desteserkirina mal û milkên gel li kîjan aliyê Îslamê tê? Ev yek ji aliyê DAIŞ'ê ve li Rojava û Sûriyeyê dihat kirin. Niha vana li vê derê li Kurdan dikin."

'HEM DIKAN HEM JÎ MAL'

Fadil Nas da zanîn, hem dikan hem jî mala wan hatiye talankirin û anî ziman, ku hemû eşyayên li dikana wan hatine dizîn û xaniyê wan ji ber êrîşên hêzên dewletê şewitiye. Nas wiha axivî: "Top avêtin mala me. Mal şewitî. Em bi emniyetê re axivîn; ji me re gotin ji bo vemirandina agir biçin. Dema em derketin jî gule li me reşandin û birayê min birîndar kirin. Em hemû ji neçarî ji malê derketin."

'WEKE XENÎMETÊ ŞER HAT DÎTIN'

Nas ragihand, ku pere û zêrên wan ên di kaseya ji pola ya li mala wan hatine dizîn û ragihand, ne tenê leşker û polîs, cerdevan jî mîna wan tevgeriyan. Nas got, "Cerdevan jî bûn hevparê vê talanê. Wan yek bi yek bi malên me dizanîbûn. Wan berê polîs û leşkeran dan malên me. Dizîtiya vî bajarî kirin. Weke xenîmeta şer dest danîn ser mal û milkên me. Bila Xwedê vê ji wan re nehêle."

'MALÊN HATINE DIZÎN LI DEPOYEKÊ TÊN RAGIRTIN'

Welatiyekî nexwest navê xwe aşkere bike B.R. jî da zanîn ku di çarçoveya êrîşan de hêzên dewletê di destpêkê de mala wan talan kirine, dûre xera kirine û diyar kir, malên li Silopiyayê hatine desteserkirin li du depoyan tên ragirtin. B.R. anî ziman ku ji betanî heta alavên spî, malên gel li van depoyan tên ragirtin û hêzên dewletê ji nava van ên bi kêrî xwe tê, birine.