Alimên olî yên Kurdistanî ku tevî Meşvanên Botanê li Girê Mîra cih xwe di nava nobeda berxwedanê de digirin, 'rojiya berxwedanê' ya 3 rojan didomînin. Alimên endamê Kongreya Îslamî ya Kurdistanê polîtîkayên şer ên AKP li dijî gelê Kurd dimeşîne weke 'dagirkeriyê' bi nav kirin û ev rewşa AKP'ê şibandin dagirkirina Misir a Misilman di sala 1517'an de ji aliyê Padîşahê 9. ê Osmanî Yavûz Sûltan Selîm ve.
Mele Ebdulezîz Bîlgîn diyar kir ku teknîkên şer ên Yavûz Sûltan Selîm jî gelekî bêrehm bûn û da zanîn, ku li gorî Îslamê welatekî Misilman ji xwe nabe ku bê 'fetih'kirin. Bîlgîn da xuyakirin ku ya Sûltan Selîm kir ne fetih bû, dagirkerî bû û destnîşan kir, ku polîtîkayên îro AKP dimeşîne jî dagirkerî ye. Bîlgîn ragihand, ji bo bidawîbûna zilma AKP'ê ew duayan dikin û wan dest bi rojiya berxwedanê kirine. Bîlgîn got, "Hêviya me ji Xwedê ew e; belayekî welê bîne ser zilmkaran ku bi karesata xwe re mijûl bibin û hîn bêhtir zarok, mirov nemirin."
Mele Şehmûz Çelebî jî ku di rojiya berxwedanê de ji bo şikandina dorpêçiya li ser gelê Kurd û ji nû ve afirandina zemîna aştiyê ew dua dikin û bibîr xist ku li gorî Îslamê eger du qewmên Misilman li hemberî hev şer bikin, pêwîste civak bi temamî wan li hev bîne. Çelebî got, "Eger yek ji aliyan aştiyê qebûl nake, divê hemû qewmên din, zorê bidin aliyê şerxwaz, ji bo aştî pêk were."