Ji birîndaran 2 roj in agahî tuneye!

Li navçeya Cizîrê birîndarên ku ev 10 roj in di jêrzemîna avahiyekî we ne 2 roj in ji wan agahî nayê wergirtin.

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê 15 welatiyên ku ji ber êrîşên hêzên dewletê hatine birîndarkirin û ev 10 roj in di jêrzemîna avahiyekî we ne ev 44 saet in agahî nayê wergirtin. Parlamenterên HDP'ê yên ku herî dawî beriya 2 rojan bi rayedarên Wezareta Karên Hundir re axivîn, piştî wê saetê heta niha ji birîndaran agahî nehatiye wergitin, hewldanên ji bo wergirtina birîndaran jî ji aliyê hêzên dewletê ve tên astengkirin. Duh dayikên hin birîndaran jî di nav we 11 jin ji bo wergirtina birîndaran hewl dabûn biçin taxa Cûdiyê lê ji aliyê tîmên taybet ve hatibûn binçavkirin. Jinên ku hatin binçavkirin diyar kirin ku ew heta deriyê baxçeyê avahiyê jî çûne. Jinan destnîşan kirin ku ew gihiştnie heta pişt avahiyê, ev der tevahî hilweşiyaye, aliyê pêş ê avahiyê jî ji ber hilweşînê derî di bin xwelî û xurdeyê mayê girtiye, tenê qolonên 2 qatan tên dîtin.

Parlamenterê HDP'ê Faysal Sariyildiz ê ku ji ajansa me re axivî û anî ziman ku duh dayikên birîndaran heta ber deriyê avahiyê jî çûne, wekî rayedarên dewletê îdia dikin rewşeke ku xwe nikaribin bigihînin avahiyê tuneye, çûyîna dayikan ev yek piştrast kiriye. Sariyildiz ev tişt anî ziman: "Dayik heta deriyê derve jî çûne lê hêzên dewletê bi gotina 'vegerin' ew vegerandin û binçavk ririn. Rewşeka ku nikarin xwe bigihînin wê derê tuneye. Lê ji ber êrîşan nikarin xwe bigihînin avahiyê ya ku rayedar dibêjin derew e, mîzansenekî bi vî rengî tê çêkirin. Dayik ji bo ku zarokên xwe derxînin heta wê derê çûn lê dîsa hatin astengkirin. Niha wê derê mirov terkî mirinê hatine kirin."

KEDKARÊN TENDURİSTİYÊ DÊ DÎSA BERÊ XWE BİDİN CİZÎRÊ

14 kedkarên tenduristiyê yên endamê TTB û SSE'ê ku ji bo alîkariya tibî bidin birîndaran xwestin biçin Cizîrê jî bi hinceta biryara Walîtiyê 2 caran hatin astengkirin. Hate hinbûn ku kedkarên tenduristiyê careke din daxwaza xwe ji rayedarên Wezareta Tenduristiyê re rafihandine, hek ebersiv neyê ew ê careke din ji bo biçin Cizîrê hewl bidin.

Malbatên Dersim, Aksoy, Ferîde Yildiz, Mehmet Yavuzel û Rohat Aktaş ên ku li taxa Girêmîra ya Nisêbînê di nobeta berxwedanê we ne jî îro parlamenterên HDP'ê re ji bo xwe bigihînin birîndaran dê berê xwe bidin Cizîrê.