BI DÎMEN

Endama TEV-DEM'ê Eyşe Efendî: Kurd wê ji rêya xwe venegerin

Endama TEV-DEM'ê Eyşe Efendî da xuyakirin, ku ne tenê gelê Kurd, gelên Ereb, Suryanî, Tirkmen û Ermenî jî li derveyî Cenevre-3 hatine hiştin.

Endama TEV-DEM'ê Eyşe Efendî da xuyakirin, ku ne tenê gelê Kurd, gelên Ereb, Suryanî, Tirkmen û Ermenî jî li derveyî Cenevre-3 hatine hiştin.

Endama TEV-DEM'ê Eyşe Efendî, mijarên Cenevre-3 û berxwedana xwerêveberiyê ya li Bakurê Kurdistanê ji ANF'ê re nirxand.

EM LI DERVEYÎ CENEVRE-1 Û 2 JÎ HATIBÛN HIŞTIN

Endama TEV-DEM'ê Eyşe Efendî bibîr xist, ku Kurd di civînên Cenevre-1 û 2 de jî li derve hatibûn hiştin û da zanîn, ku bi qasî dijminê Kurdan li cîhanê ewqas dostên Kurdan jî hene.

Efendî diyar kir, sedema bingehîn a dervehiştina wan li civînên Cenevre-1 û 2, polîtîkayên hêzên navneteweyî yên ji bo parastina dewleta AKP/Erdogan bûn û destnîşan kir, ku hêzên serdest bi vê biryara dayî re nîşan dane di Cenevre-3 de jî li heman cihî ne.

Efendî da zanîn, ne tenê gelê Kurd, gelên Ereb, Suryanî, Tirkmen û Ermenî jî li derveyî Cenevre-3 hatine hiştin. Endama TEV-DEM'ê Eyşe Efendî da xuyairin, ku bi vê biryarê re hêzên navneteweyî nîşan dane ew li Sûriyeyê sîstemek ji piralî naxwazin û got, "Eger hêzên navneteweyî biryarek berevajî vê bidan, hingî wê Kurd, Ereb, Tirkmen, Suryanî, Ermenî yanî pirrengiya Sûriyeyê qebûl bikira."

'DERVEHIŞTINA JI CIVÎNA CENEVRE-3 WÊ ME JI RÊYA ME VENEGERÎNE'

Efendî diyar kir, wan di parastina şoreşa Rojava û avakirina Sûriyeya demokratîk de bi hezaran şehîd dane, bi taybetî xwedî berxwedana dîrokî û efsanewî ya Kobanê ne, lewma dervehiştina wan wê nebe sedem ku ew ji daxwazên xwe yên li ser Rojavaya azad û Sûriyeya demokratîk vegerin.

Efendî ragihand, ku berevajî vê yekê ew ê têkoşîna xwe ya ji bo Rojavaya azad û Sûriyeya demokratîk xurttir bikin, di vê oxirê de her li ber xwe bidin û destnîşan kir, ku ew ê ji niha û pê ve bêhtir gavan b pêş de biavêjin.

Eyşe Efendî anî ziman, hêzên navneteweyî yên xwedî îdîaya qedandina şerê li Sûriyeyê ne, bi biryara li ser Cenevre-3 wergirtî re careke din rûyê xwe yê rast nîşan dan û da zanîn, ku ti civîn û projeya di nav de gelên Sûriyeyê û nûnerên wan ne amade be, wê bi ser nekeve.

Endama TEV-DEM'ê Efendî got, "Ne Cenevre-3, bi dehan Cenevreyan lidar bixin jî wê nikaribin encamê werbigirin. Gelo ji civîneke Kurd û hêzên Sûriyeya demokratîk di nav de nîne de encamek dikare derkeve?" û destnîşan kir, ku civîneke bi vî rengî ya ew di nav de nînin, ji bo wan bêwate ye.

'GELÊ KURD BIRYAR DAYE HETA DAWIYÊ LI BER XWE BIDE'

Efendî berxwedana xwerêveberiyê ya li Bakurê Kurdistanê silav kir û êrîşên qirkirin û komkujiyê yên dewleta AKP/Erdogan li dijî gelê Bakurê Kurdistanê dimeşîne şermezar kir.

Efendî da zanîn, li kelehên berxwedanê li Sûr, Cizîr, Nisêbîn, Silopiya û Kerboranê gelê Kurd li hemberî êrîşên dewleta AKP/Erdogan bi gavekê jî ji têkoşîna xwe venegeriya ye û destnÎşan kir, ku berxwedana li Bakur di heman demê de bangek ji bo Kobanê ye. Efendî got, "Ev yek banga; sînoran rakin, bên piştgiriyê ye." 

Endama TEV-DEM'ê Eyşe Efendî bal kişand ser Qirkirina Dêrsimê ya sala 1938'an û diyar kir, ku dewleta AKP/Erdogan di roja îro de jî heman rêbazan bi kar tîne, jinên ducanî jî qetil dike.

'ZÛ YAN JÎ DERENG WÊ GELÊ ME JI SEDÎ SED BI SER BIKEVE'

Efendî ji bo gelê Bakur ê nan, av û mala xwe bi gelê Kobanê re parve kir got, "Gavekê jî paş de neavêjin. Çi zû çi jî dereng, hûn ê ji sedî sed bi ser bikevin." Efendî da zanîn, ku berdêlên gelekî giran tên dayîn, lê gelê Kurd wê ji sedî sed bi ser bikeve.

Efendî got, "Erdogan ê munafiq, çawa ku ji bo Kobanê got, 'Li ber têkçûnê ye', îro heman tiştî ji bo Bakurê Kurdistanê dibêje. Çawa ku Kobanê têk neçû, li ber xwe da û bi ser ket, Bakurê Kurdistanê jî têk neçû, têk naçe, wê li ber xwe bide û bi ser bikeve."

Efendî ragihand, ku eger heta niha temamiya gelê Bakurê Kurdistanê ranebûbe ser piyan, sedema vê yekê şert û mercên zivistanê ye û anî ziman, ku bi biharê re wê li tevahiya Kurdistanê pêngava berxwedanê destpê bike û ev bihar wê bibe bihara azadiyê ya gelan.