Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Leyla Bîrlîk û Hevşaredarê bajarê Şîrnexê Serhat Karahan ê ku xwestin ji Silopiyayê biçin Şirnexê, di derketina Cizîrê de ji aliyê tîmên taybet hatin rawestandin û hatin derbkirin. Polîsan, dîmen û wêneyên di telefona Bîrlîk û Karahan de bi zorê jê birin.
Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Leyla Bîrlîk û Hevşaredarê bajarê Şîrnexê Serhat Karahan ê ku xwestin ji Silopiyayê biçin Şirnexê, di derketina Cizîrê de ji aliyê tîmên taybet hatin rawestandin û hatin derbkirin. Tîmên taybet di derketina Cizîrê pêşiya Bîrlîk û Karahan girtin, bi zorê Bîrlîk û Karahan ji wesayîtê anîn xwar, heqaret kirin û xwestin kû lêgerînê bikin. Li ser bertek nîşandana Bîrlîk, ajokar Ehmet Erkan derb kirin û dest danîn ser telefonê. Li ser bertek nîşandanê, bi zorê berê Karahan dan dîwar û xwestin lêgerînê li ser bikin, her wiha timên taybet lê dan. Parlamentera HDP’ê jî rastî heqaretên polîsan hat, tîmên taybet dîmen û wêneyên di telefona Bîrlîk û Karahan de bi zorê jê birin. Li ser rê demek dirêj di navbera HDP’yiyan û tîmên taybet de gengeşe rû da; piştî wêne û dîmen hatin jê birin rê dan ku derbas bibin.