Li Dergulê dorpêça li ser Botanê hat protestokirin
Li Dergulê bi daxuyaniyek çapemeniyê ve dorpêça li ser bajarên Botanê hat protestokirin.
Li Dergulê bi daxuyaniyek çapemeniyê ve dorpêça li ser bajarên Botanê hat protestokirin.
Li Dergulê bi daxuyaniyek çapemeniyê ve dorpêça li ser bajarên Botanê hat protestokirin.
Rêxistinên Bajarokên Dergulê (Kûmçati) yên DBP û HDP’ê bi armanca berteknîşandana li dijî dorpêç û êrîşên li hember bajarên Botanê li pêşiya avahiya HDP’ê ya bajarokê Kûmçati daxuyaniya çapemeniyê dan. Di daxuyaniyê de ku Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Ferhat Encu, Hevşaredara Bajarokê Dergulê Ozlem Kûtlû û gelek kes amade bûn de dirûşmeyên, “Gelê Cizîrê Ne Tenê Ye”, “Bijî Berxwedana Cizîrê” hatin berzkirin.
Di daxuyaniyê de Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Ferhat Encu Axivî, got dewlet bi tank û çekên giran ve li hemberî gelê Kurd şerekî topyekun dimeşîne. Encu bi bîr xist ku zarok jî di nav de bi sedan kes di êrîşên dewleta Tirk de hatine qetilkirin, wiha dom kir: “Bi zîhniyeta DAIŞ’ê êrîşî gelê me dikin. Di van êrîşan de hêzên dewletê dayikên me, zarokên me û bavên me qetil kirin. Ev 50 roj in gelê Botanê li ser piyan e û li hember qedexeyan li ber xwe da, berxwedana xwe jî didomîne.”
Encu diyar kir ku cihê pêkanîna rêveberiya awarte tineye jî dorpêç heye, wiha axivî: “Em wekîl jî êdî nikarin li bajarên xwe bi rehetî bigerin. Li her cihê em diçinê ji me re dibêjin qedexeye. Walîyek heye û ew walî li derveyî hiqûqê tevdigere. Em wek hilbijartiyên gel, eger em rastî van pêkanînan tên, îca hûn bifikirin bê ka welatiyek çi dijî.”
Encu behse rewşa birîndarên li bodrûma avahiyeke li Cizîrê ev 9 roj in li benda rakirina nexweşxaneyê ne jî kir, wiha got: “Eger welatek nikaribe welatiyên xwe yên birîndar rake nexweşxaneyê û nahêle ambûlans biçe wan birîndaran bigire, wî welatî mirovahî û wijdanê xwe winda kiriye.”
Daxuyaniyê piştî axaftinan bi dirûşmeyan bi dawî bû.