Ji birîndaran ev 29 saet in agahî nayê girtin

Ji birîndarên li Cizîrê ku 9 roj in di bodroma malekê de li bendêne ku rakin nexweşxaneyê, ev 29 saet in ti têkilî bi birîndaran re nehatiye danîn.

Li Cizîrê birîndarên ku 9 roj in di bodroma malekê de li bendêne ku rakin nexweşxaneyê û ji bo rakirina cenazeyên kesên ku jiyana xwe ji dest dane, piştî ku meşiyan 11 jinên ku hatibûn binçavkirin serbest hatin berdan, ev 29 saet in ti têkilî bi birîndaran re nehatiye danîn.

Dayikên birîndaran jî di nav de 10 jinên ku xwestin bi alên spî bikevin Taxa Cûdî ji bo rakirina 15 kesên birîndar û 7 cenazeyên kesên ku ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve li navçeya Cizîr a Şirnexê hatin qetilkirin rakin nexweşxaneyê, piştî ku ji aliyê polîsên timên taybet ve hatin binçavkirin serbest hatin berdan. Jinên ku ji ber ku “Qedexeya kolanan” ya ji aliyê Midûriyeta Emniyeta Cizîrê hatî îlankirin îxlal kirine, nêzî 7 saetan hatin girtin, piştî karûbarên îfadeyan birin kontrola tendirûstiyê û serbest hatin berdan.

Parlamenterên HDP’ê yên ku herî dawî duh bi rêveberên Wezareta Karên Hundir re hevdîtin pêk anîn, saet derdora 14:00’an agahî ji birîndaran girtine, heta vê gavê ti agahî ji birîndaran nehatiye girtin. Birîndarên ku ev 29 saet in ti xeber jê nayên girtin, li gorî agahiyên ji rêveberên Wezaretê hatin girtin di dema ku birînar xwestin ji malê derkevin rastî êrîşa hêzên dewleta Tirk hatin.