Jinên ji bo birîndaran xwe kirin sîper: Me gazî kir lê...
Jinên ku ji bo alîkariya birîndarên ku li Cizîrê ev 10 roj in di jêrzemîna avahiyekî de ne çûn lê tîmên taybet çek dan serê wan û binçav kirin, tiştên ku dîtin vegotin.
Jinên ku ji bo alîkariya birîndarên ku li Cizîrê ev 10 roj in di jêrzemîna avahiyekî de ne çûn lê tîmên taybet çek dan serê wan û binçav kirin, tiştên ku dîtin vegotin.
Jinên ku ji bo alîkariya birîndarên ku li Cizîrê ev 10 roj in di jêrzemîna avahiyekî de ne çûn lê tîmên taybet çek dan serê wan û binçav kirin, tiştên ku dîtin vegotin. Ji jinan Ayşe Guven diyar kir ku qada ku avahî li wir ê hatiye wêrankirin, malên li derûdorê li ser avahiyê de hilweşiyaye û ev tişt got: "Me gazî kir û me got ku dibe ku zarokên me dengê me bibîhizin, lê ti deng nehat."
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê jinên ku ji bo alîkariya birîndarên ku ev 10 roj in di jêrzemîna avahiyekî de ne çûn, lê ji aliyê hêzên dewletê ve hatin binçavkirin, bi şev di saetên dereng de hatin berdan. Jinên ku ji bo alîkariya birîndarên ku ev 2 roj in ji wan agahî nayê wergirtin çûn hate hînbûn ku heta ber avahiya li taxa Cûdiyê çûne. Jinên ku hêj nekatibûn avahiyê hatin binçavkirin bi hinceta ku "qedexeya derketina kolanan" bin pê kirine karên fermî hate kirin û hatin berdan tiştên ku dîtine vegotin. Esmer Tunç diyar kir ku qad serobino hatiye kirin, di naskirina texê de zehmetî kişandine. Tunç destnîşan kir ku dema ku wê biketana avahiyê polîsan heqeret li wan kirine û ew binçav kirine. Tunç wiha got: "Li wir em dorpêç kirin, birin emniyetê. Heqeret li me kirin xwestin em cilên xwe derxînin. Wêneyên me kişandin. Şopa tiliyên me girtin. Pirsa kê em şandine kirin. Me jî gote ji bo ku cîgera me dişewite em çûne."
'LI DORA AVIHIYÊ ŞEWAT HEBÛ'
Ayşe Guven jî anî ziman ku ji cadeya Nisêbînê ketina kolana ku birîndar li wir in. Guven da zanîn ku polîsan gotina "bombe heye" bi kar anîne lê wan guhder nekirine û çûne û ev agahî da: "Kolan nema bû. Me destên hev girt û çûn agahiyê. Qatê duyemîn û sêyemîn ên avahiyê nemabûn. Avahiyên li dora, avahiyê jî hilweşiyabûn. Tu kes nikare ji wir derkevin. Dora avahiyê bi tankan ve hatiye dorpêçkirin. Me dema ku rewşa avahiyê dît em ewil tirsiyan. Kolan pir tirsnak bû. Jixwe kolan nemabû. Aliyek dişewîtî. Gelek avahiyên dora wî dişewîtin. Kêm mabû ku em bikevin avahiyê. Bi kepçeyê ax avêtibin dora avahiyê. Me gazî kir ku dibe ku zarokên me dengên me bibîhîzin lê tu deng nehat."
'ÇEK DAN SERÊ ME'
Guven bilêv kir ku riyên ku bikaribin bikevin avahiyê geriyane lê polîsan ew dorpêç kirine û wiha got: "Çek dan serê be. Heqeret li me kirin. Ji wir birin şaxa têkoşîna li dijî terokê. Heqeretên wan berdewam kir. Ji me re gotina 'heta yek ji we bimîne qedexe wê bidome' bi kar anîn. Piştre jî birin nexweşxaneyê û berdan."