Gelê Başûrê Kurdistanê nerazîbûneke tund nîşanî terora dewleta Tirk da

Gelê Başûrê Kurdistanê, êrîşên dewleta Tirk ên li Bakurê Kurdistanê şermezar kirin û destnîşan kirin, ku bi kuştinê re ti gel naqede. Welatiyên başûrî banga yekîtî û hevgirtinê li tevahiya Kurdan kirin.

Gelê Başûrê Kurdistanê, êrîşên dewleta Tirk ên li Bakurê Kurdistanê şermezar kirin û destnîşan kirin, ku bi kuştinê re ti gel naqede. Welatiyên başûrî banga yekîtî û hevgirtinê li tevahiya Kurdan kirin.

Welatiyê bi navê Îbrahîm Mûhammed, nerazîbûn nîşanî êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî gelê Bakurê Kurdistanê da û got, "Li hember van êrîşên hovane helwesta gelê Başûr pir kêm e. Em gelê Başûr bang li  dewleta  Tirk û hikûmeta AKP’ê  dikin, dawî li êrîşên xwe yên qetlîamwarî yên li ser welatiyên sivîl bînin."

Mam Îdrîs jî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û nerazîbûn nîşanî êrîşên dewleta Tirk a li Bakurê Kurdistanê da.

MAM ÎDRÎS: ROJ ROJA BERXWEDAN Û YEKGIRTINA GELÊ KURD E

Mam Îdrîs bibîr xist ku her roj dewleta Tirk welatiyên sivîl qetil dike û got, "Em weke gelê Başûr êrîşên dewlet Tirk ên li ser Kurdistanê şermezar dikin û piştgiriya  berxwedana xwerêveberiyê dikin û berxwedana keç û xotên ên Kurd silav dikin. Bang li hemû gelê Kurd dikin ku hevdû bigirin û piştgirya berxwedan gelê li Bakur bikin. Divê di nava Kurdan de du alî dernekeve, ev roj rojên berxwedan û yekgirtina gelê Kurd e. Gelê Kurd di bin yek hêzê de li hember hemû cûre êrîşên dijmin ên li ser xaka Kurdistanê şer bike. Ev bi salan e şer li hember gelê Kurd tê meşadin, êdî bes e ku Kurd bên kuştin, qetilkirin û girtin. Dubare bang li hemû Kurdan dikin ku piştgiriya berxwedanê bikin û rabin serhildanê."

FERXAN HESEN MEHMÛD: TI GEL BI KUŞTINÊ NAQEDE

Mamosteyê bi navê Ferxan Hesen Mehmûd bal kişand ser terora dewleta Tirk a li Bakurê Kurdistanê û bi tundî hikûmeta Erdogan şermezar kir.

Mehmûd xwest pêvajoya aştiyê ji nû ve were nirxandin, ji ber ku ti gel bi kuştinê naqede û ev nirxandin kir: "Herî dawî çareserî, bi hevdîtin û muzakereyan pêk tê. Ji ber vê em hêvîdar in welatên Ewropa û Yekîtiya Ewropa (YE) bi hewara Kurdan were, demildest çareseriyekê ji bo pirsgirêka Kurd bibînin. Her wiha zextê li dewleta Tirk bike ji bo dawî anîna êrîşên hovane yên li ser gelê Kurd.

Ez weke mamostayekî piştiriya xwe ji bo hewldana akademîsyenên li Bakur û Başûrê Kurdistanê yên bi kampanyayên îmzayan nerazîbûna xwe dan nîşandan dikim, hewldana wan pir bi nirx e ji bo dawî anîna êrîşan. Rola wan di pêvajoya aştiyê de heye."

...