Li Edeneyê 2 zarok bi guleyên polîsan birîndar bûn
Li Taxa Barbaros a Edeneyê ku ji bo piştgiriya berxwedana gel a li Kurdistanê gel daketibû qadan di encama êrîşa polîsan de 2 zarok bi guleyan birîndar bûn.
Li Taxa Barbaros a Edeneyê ku ji bo piştgiriya berxwedana gel a li Kurdistanê gel daketibû qadan di encama êrîşa polîsan de 2 zarok bi guleyan birîndar bûn.
Gelê Edeneyê îro li ser bangawaziya Însiyatîfa Gelê Demokratîk a Edeneyê, ji bo dorpêç û êrîşên li Kurdistanê protesto bike derabe venekir, neçû ser kar û di nav rojê de gelek çalakî pêş xistin. Yek ji taxên ku li hemberî êrîşên polîsan xweparastin pêşxist û bersiv da êrîşên polîsan jî Taxa Barbarosê ye. Li taxê di êrîşên polîsan a bi bombeyên gazê, ava şid û guleyan, 2 zarok birîndar bûn.
Du zarokên ku li Kolana 52'emîn a taxê li ser banê avahiyekê bûn, bi guleyên polîsan birîndar bûn. Li gorî şahidên bûyerê yek ji zarokan ji stûyê xwe yek jê jî ji serê xwe birîndar bûne. Hate zanîn ku zarokên birîndar rakirine Nexweşxaneya Ozel Guney a Edeneyê û rewşa zarokê bi navê Mahmut Çakir ê ku ji serê xwe birîndar bûye, giran e. Hate hînbûn ku navê zarokê birîndar ê din jî Gokhan Akyurek e.
Li taxê alozî berdewam dike.