Li Gazî û Kanaryayê berxwedana xwereveberiyê

Li Taxa Gazî şerê di navbera ciwan û polîsan de dewam dike, li Taxa Kanarya ya Kuçukçekmece jî ciwan ji bo Sûr û Cizîrê daketin kolanan.

Pevçûnên ku bi êrîşan polîsan a li ser koma di peşengiya Piştevaniya Sarigazi ji bo protestokirina dorpeç û qetlîamên li ser Kurdistanê li peşiya Mala Cem a li Taxa Gazî ya navçeya Sultangazî a Stenbolê kom bûn, ji danê nîvro ve dewam dike.  Li Taxa ku di navbera ciwan û polîsan de pevçûn dewam dikin, ciwanan agir pexist û li ser rêyan barîqat danîn. Di pevçûnên di navbera ciwan û polîsan de polîsan tim bi tim bombeyên deng bi kar anîn, ciwan jî li hember êrîşên polîsan teqemeniyên bi dest xebitandin. Ji taxa ku berxwedan dewam dike cih bi cih dengê çekan tê.

Navnîşaneke din a ku çalakiyên piştgiriya berxwedanên Cizîr û Sûrê lê didome  jî Taxa Kanarya ya Kucukçekmece ye. Ciwanan li hember êrîşên polîsan bi molotof û fîşekên hewayî bersiv dan. Pevçûn zêdetir li Cadeya Şahîn dijwar bû, ciwanan wesayîtek zirxî ya Akrep dan ber molotofan.

Pevçûn  li taxê cih bi cih dewam dike.