Li Edeneyê kepeng nehatin vekirin

Li taxên Edeneyê ku li hember êrîşên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê kepeng nehatin vekirin, li gelek cihan pêşendanên protestoyî hatin lidarxistin.

Li taxên Edeneyê ku li hember êrîşên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê kepeng nehatin vekirin, li gelek cihan pêşendanên protestoyî hatin lidarxistin. Li dijî êrîşa polîsan a bi bombeyên gazê û ava şid, gel lig elek cadeyan barîqat danîn. Hate diyarkirin ku di êrîşa polîsan de gelek binçavkirin hene. 

Însiyatîfa Gelê Demokratîk a Edeneyê bi armanca şkandina dorpêça li Kurdistanê banga 2 rojan rawestandina jiyanê kiribû. Li ser vê gelê li Edeneyê bi venekirina kepengan bersiv dan bangê, li gelek nûqteyan çalakî li dar xistin. Gel li gelek cadeyên mezin ên Edeneyê agir bera lastîkan dan, rê li trafîqê girtin, di ketina hin kolanan de jî barîqat danîn. Tevî êrîşa polîsan a bi ava şid jî welatiyan barîqat neterikandin.

Bi sedan kesên li Meclîsa Taxa Firatê hatin cem hev dest bi meşê kirin. Polîsan êrîşî girseya li Qewserêya Karasûyê kirin. Hat diyarkirin ku di êrîşa polîsan de gelek kes hatine binçavkirin. Polîsan êrîş birin ser girseya li Cadeya Çûkûrova jî.

Girseya li navçeya Seyhanê li taxên Daglioglû, Gulbahçesî, Firat, Havûzlûbahçe, Barbaros, Anadolû û 19 Mayis hatin cem hev, li ser cadeyên mezin lastîk şewitandin, barîqat danîn. Piştre polîsan bi bombeyên gazê û ava şid êrîşî girseya ket meşê kirin. Li hember êrîşa polîsan ciwanan bi kevin û tilîliyan bersiv dan. Hat ragihandin ku polîsê tax di bin gazê de hiştine gelek kes binçav kirine.