Komalên Jinên Ciwan: Divê jinên ciwan biherikin Cizîr, Sûrê

Koordînasyona Komalên Jinên Ciwan: Jinên ciwan çawa bi ruhê seferbertiyê salek berê herikîn Kobanê û li dijî çeteyên DAIŞ’ê têkoşiyan, îro jî divê biherikin Cizîr û Sûrê, her derê veguherîne kelhên berxwedanê.

Koordînasyona Komalên Jinên Ciwan: Jinên diyar kir ku berxwedana xwerêveberiyê her diçe mezintir dibe, dewleta AKP’ê ya faşîst jî bi tevahî hêza xwe hewl dide têkoşîna gelê Kurd bişkîne. Koordînasyon destnîşan kir ku çeteyên tîmên taybet hewl didin berxwedana di pêşengtiya jinê de tine bikin, qetlîaman pêş dixin û wiha dewam kir: “Li hember van divê gelê Kurd ên li Cizîr û Sûrê li ber xwe didie, jinên Kurd ên berxwedêr û ciwan, jinên ciwan ên berxwedêr destanê dinivîse, dibin afirînerê jiyana azad. Her jineke ku ji bo azadiya xwe têdikoşe di şopa Ş. Zîlanan, Ş. Viyanan, Ş. Arînan, Ş. Bermalan dimeşin, têkoşîna wan a bi heybet mezin dikin.”

Koordînasyona Komalên Jinên Ciwan: Jinên di daxuyaniyê de wiha dewam kir: 

“Çeteyên AKP’ê yên tecawizker, faşîst bi konsepta îmhaya topyekun ve  li Cizîrê 3 aktîvîstên jinên Kurd ên şoreşger kir hedef, herî dawî li malekê di şexsê Sûltan Irmak a ku dema hat rawestandin hat qetilkirin de jinên Kurd kiriye hedef. Hêzên desthilatiya dagirker, tecawizker herî zêde ji jinên ku ji bo azadiya xwe têdikoşin ditirsin. Ev rewş careke din xwe bi van qetlîamana nîşan dide. Hewl didin berxwedana wan bişkînin. Dixwazin jinên tirsonek, pelçiqandî li hember xwe ava bikin. Lê îro jinên ciwan her roj hê zêdetir diherike refên berxwedanê, ji bo Rêber Apo û azadiya xwe bi ruhekî fedaî têdikoşe. Divê neyê jibîrkirin ku ji kevneşopiyak tijî berxwedanên destanî û fedaîtî tên, ronahiya rêyên jinên ciwan Ş. Arîn, Ş. Viyan, Ş. Sara, Bermal, Dilan, Dorşîn hene. Jinên ciwan çawa bi ruhê seferbertiyê salek berê herikîn Kobanê û li dijî çeteyên DAIŞ’ê têkoşiyan, îro jî divê biherikin Cizîr û Sûrê, her derê wek Kobanê veguherîne kelhên berxwedanê. Îro Cizîrê, Sûr Kobanê ne!

Di ketina meha Sibatê de em çalakiya Ş. Viyan Soran a li dijî 15’ê Sibatê Komploya Navneteweyî pêş xistiye bi rêzdarî bi bîr tînin, em soz didin ku têkoşîna wê li barîqatan, xendekan, çiyayan mezintir bikin. Divê tevahî jinên ciwan ên welatparêz, şoreşger di şexsê Ş. Viyan Soran de têkoşînê mezin bike, ji bo bi serketinê tacîdar bikin biherikin qadên xwerêveberiyê, refên berxwedanê!