Kedkarên tenduristiyê: Heta korîdor vebe em ê li ser rêya Cizîrê bin
Kedkarên tenduristiyê yên ji bo birîndar û cenazeyên ku 9 roj in di qata jêrzemîn a avahiyekê wene wergirin ketin ser riya Cizîrê du caran rastî astengiyan hatin.
Kedkarên tenduristiyê yên ji bo birîndar û cenazeyên ku 9 roj in di qata jêrzemîn a avahiyekê wene wergirin ketin ser riya Cizîrê du caran rastî astengiyan hatin.
Kedkarên tenduristiyê yên endamê TTB û SES'ê, ji bo 15 birîndar, 7 cenaze û 9 welatiyên ku ev 9 roj in li benda ambulansê ne rakin nexweşxanê, îro destpêkê li Hezexê pişt re jî li Nisêbînê ji aliyê hêzên dewletê ve hatin astengkirrni. 14 kedkarên tenduristiyê li ser vê yekê vegeriyan Mêrdînê û li avahiya KESK'ê civîna çapemeniyê lidarxistin.
Endama Lijneya Rêveberiyê ya Odeya Tabîpan a Stenbolê Dr.Încîlay Erdogan di daxuyaniyê weaxivî û diyar kir ku ew ji bo qata jêrzemîn a ku birîndar tê weasê mane ji wan re nebe gor û alikariya birîndaran bikin derketine rê lê du caran hatine astengkirni. Erdogan car din bang kir ku ji bo birîndaran korîdor were vekirin.
Sekreterê Giştî yê TTB'a Êlihê Op. Dr. Omer Faruk Erîn jî anî ziman ku ew ji bo mafê herî bingehîn a însan derketinê rê lê astenkirina wan şermekî mezin e.
'EMÊ LI SER RIYA CIZÎRÊ BIN'
Endamê TTB'a Enqerê Dr. Onur Nacî ku daxuyaniyê da, banga lezgîn li rayedaran kir ku ji bo biçin qadên pevçûnê rê ji wan re were vekirin. Nacî wiha axivî: "Em di serî weKizilhaç a Navneteweyî û Federasyona Kizilayê bang li saziyên neteweyî û navneteweyî dikin ku vê berpirsyariyê parve bikin. Her wiha em ji raya giştî re didin xuyakirin ku wek endamên şandeya tenduristiyê yên dildar, heya korîdora tenduristiyê bê vekirin û birîndar bigihin nexweşxanê emê hewldanên xwe bidomînin û li ser riya Cizîrê bin."