Li Toûloûse, Essen û Hagenê bîranîna şehîdan

Li bajarê Fransa Toûloûse û li bajarên Elmanya Essen û Hagenê cangoriyên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê hatin bîranîn.

Li bajarê Fransa Toûloûse, şervanê YPG'ê Sûat Tîryakî (Argeş Kanîreş) ê di 28'ê Çileya 2014'an de di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de li bajarê Til Hemîsê jiyana xwe ji dest da, li bajarê Elmanya Essenê berxwedêrê xwerêveberiyê Abdullah Înedî (Şiyar) ê di 16'ê Çileya 2016'an de li Cizîrê jiyana xwe ji dest da, li bajarê Hagenê gerîla Ferhat Tûrhan bi nasnav Ferhat Dilovan, Erdal Aydin bi nasnav Çiyager Serhat, Ahmet Nîllî bi nasnav Dijwar Xavîstan ên roja 5'ê Mijdara 2015'an di operasyona artêşa Tirk de li çiyayê Gabarê jiyana xwe ji dest dan, hatin bîranîn.

TOÛLOÛSE

Li bajarê Fransa Toûloûse, şervanê YPG'ê Sûat Tîryakî (Argeş Kanîreş) ê di 28'ê Çileya 2014'an de di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de li bajarê Til Hemîsê jiyana xwe ji dest da, bi merasîmekê hat bîranîn.

Merasîma bîranînê ya li Komeleya Elewiyan a Demokratîk, bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Piştre sînevîzyonek li ser jiyan û têkoşîna Kanîreş hatibû amadekirin, hat nîşandan.

Kekê Argeş Kanîreş Fexo Tîryakî dûre li vir peyivî û bal kişand ser kesayeta têkoşer a Kanîreş. Tîryakî got, "Dema tevlî nava refên têkoşîna azadiyê bû, me dît ku ev kesayeta bi daxwaz û têkoşer bi hişmendiya azadiyê re xurt bûye. Argeş Kanîreş ne tenê şehîdê me ye, yê tevahiya Kurdistanê ye."

Nafiye Ataç jî di axaftina xwe ya li vir de anî ziman ku wê Kanîreş di sala 2008'an de nas kiriye, mirovekî gelekî dilnimz û germ bû û di têkiliyên xwe de ji mirovan dixwest, xwedî li tevgera azadiyê ya Kuridstanê derkevin.

Nûnerê KCK-E jî got, "Hevalê Argeş, Ewropa ya ji aliyê her kesî ve weke cihê rizgariyê tê dîtin, weke rizgarî nedît. Dît ku rizgariya rast li ser xaka xwe, di nava çand û koka xwe de ye." Merasîma bîranînê bi belavkirina nanê xêrê bi dawî bû.

LI ESSENÊ ABDULLAH ÎNEDÎ HAT BÎRANÎN

Li bajarê Elmanya Essenê, Abdullah Înedî bi nasnav Şiyar ê di 16'ê Çileyê de di berxwdana xwerêveberiyê ya li Cizîrê de jiyana xwe ji dest da, hat bîranîn.

Merasîma bîranînê ya li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Kekê Înedî Abdulkadîr Înedî li vir peyivî û anî ziman, ku dîktator Erdogan bi pêvajoya aştiyê re hewl da Kurdan mijûl bike û ji bo berjewendiyên xwe plan çêkir. Înedî got, "Jê hebû ku ew ê me bixapîne, lê belê bi xwerêveberiyê re me ew plana wî pûç kir."

Înedî ragihand, gelê Kurd êdî baş dijminê xwe nas dike, lewma wê bi xurtî xwedî li berxwedêrên xwerêveberiyê derkeve.

Li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Şîlan Firat di axaftina xwe ya li vir de anî ziman, ku eger Kurdan îro li Rojhilata Navîn serketinek bi dest xistibin ev yek bi saya Şiyaran û ciwanên hêja yên mîna wî ne. Firat got, "Ya ku bûye para me; xwedîderketina li wan û bilindkirina ala wan e." 

HAGEN

Li bajarê Elmanya Hagenê jî, gerîla Ferhat Tûrhan bi nasnav Ferhat Dilovan, Erdal Aydin bi nasnav Çiyager Serhat, Ahmet Nîllî bi nasnav Dijwar Xavîstan ên roja 5'ê Mijdara 2015'an di operasyona artêşa Tirk de li çiyayê Gabarê jiyana xwe ji dest dan, hatin bîranîn.

Merasîm ji aliyê malbata Ferhat Tûrhan ve hat organîzekirin û li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd pêk hat.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê, xal û kekê Tûrhan, her wiha nûnerên Tevgera Jinên Kurd li Ewropa, KOMAW û Civaka Îslamî ya Kurdistanê axiv^n.

Qisekeran, di şexsê Ferhat Tûrhan de gerîlayên pê re jiyana xwe ji dest dane bibîr anîn. Merasîma bîranînê bi qîrîna dirûşmên "Şehîd Namirin", "Bijî Serok Apo", "Bijî Berxwedana Cizîrê" bi dawî bû.

...