KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Gelo birîndarên li Cizîrê hatine înfazkirin? -HAT NÛKIRIN
Di hesabên medya civakî yên AKP'ê de, wêneyên cenazeyên 8 kesên hatine înfazkirin, hatin weşandin. -
Li derdora Bendava Tişrînê şûnwarên dîrokî hat dîtin
Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), li başûrê Bendava Tişrînê şûnwarên dîrokî dîtin. -
Kurdên li Parîsê wê komployê bi meşeke dirêj protesto bikin
Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn xwe amade dikin, komploya navneteweyî di salvegera 17. de bi awayekî girseyî şermezar bikin. -
Ciwanên Kelarî: Em ê jî tevlî nava refên YPS'ê bibin
Piştî ciwanên ji Daquq, Kerkûk, Xurmatû û Kîfrî yên Başûrê Kurdistanê Kurdistanê, ciwanên ji Kelarê jî destek dan YPS'ê ya li Bakurê Kurdistanê bi mehan e li dijî êrîşên dewleta Tirk bi heybetî li ber xwe dide. -
Sûr bi temamî hat qedexekirin
Navçeya Amed Sûr, ku ev 64 roj in derketina derve lê qedexe ye, bi temamî hat qedexekirin. -
Bajarê Hz. Nûh bi tankan tê xerakirin
Nûnerê Cizîrê yê Weqfa Çand û Hawirdorê Dîroknas Abdulcebar Îgdî diyar kir, ji ber êrîşa bi tankan qadên dîrokî xera bûne û got, "Piştî Tofana Nûhê, karesata herî mezin niha tê serê Cizîrê." -
'Viyanbûyîn dildariya azadiyê ye'
Di 17. salvegera komploya navneteweyî de, Viyan Soran a di 2'ê Sibata 2006'an de ji hêzên komploker re got 'Hûn nikarin roja me tarî bikin' û çalakiya fedaî pêk anî, ji aliyê hevrêyên xwe ve hat bîranîn. -
Yildiz ê bi giranî birîndar bû sewqî Amedê hate kirin
Li Nisêbînê ciwanê bi navê Abdulbasît Yildiz ê ku duh ji aliyê hêzên dewletê ve bi giranî hatibû birîndarkirin, sewqî Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a Amedê hate kirin. -
Hêzên dewleta Tirk alavên berxwedêrên li Girêmîra dizîn
Polîs û leşkerên Tirk ên domahiya rojê êrîşî meşvanên Botanê kir, ketin Mala Gel û li vir pere, alavên elektronîk û alavên din ên bi biha dizîn. -
Li Amedê li hember Midûriyeta Emniyeta Bajar çalakî
Li hember Midûriyeta Emniyeta Bajarê Amedê çalakiyek bi çekên lûledirêj hat lidarxistin. -
Li Sûrê 2 Drone hatin xistin
Li navçeya Sûrê di navbera hêzên dewletê yên ku êrîşên xwe didomînin û hêzên YPS'ê de pevçûn derket û hate ragihandin ku 2 Drone hatine xistin. -
Li Viyanayê çalakiya kon
Li paytexta Avusturya Viyanayê bi armanca protestokirina dewleta Tirk a li ser Kurdistanê di peşengiya PYD’ê de li peşiya parlamentoyê çalakiya kon destpekir. -
Xebatkarên Tenduristiyê: Dengek bidin vê hewarê
Endamê Konseya Navenda Yekîtiya Doxtorên Tirk Şeyhmûs Gokalp, bang li hemû xebatkarên tenduristiyê yên li Tirkiyeyê sonda hîpograt dane, daxwaz kirin ku bibin dengek ji bo vê hewarê. -
Li Helsîngborg, Lînz û Hannoverê Kurdan rêze çalakî lidarxistin
Li bajarê Helsîngborg yê Swîseryê greva birçîbûnê ya Kurdan di roja 2. de didome, li bajarê Lînz ê Avûstûryayê Kurdan rêze hevdîtin lidarxistin. Li bajarê Honnover ê Elmanyayê jî Kurdan çalakiyek lidarxistin. -
Şîliyan: Erdogan gava yekem a avêt welatê me qirêjkir, derbikeve
Piştî hatina Serokkomarê Tirk Erdogan a Şiliyê, Yekgirtina Piştgiriya Kurdan a Mapûche jî di nav de ji aliyên 100’an rêxistinan zêdetir hat protestokirin. -
Nûçegihanê DÎHA’yê Akman hate girtin
Nûçegihanê ajansa DÎHA’yê Nûrî Akman ê ji ber lêpirsîna ku der barê wî de hatiye vekirin ji bo îfade bide çû edliyeyê bi îdiaya "endamê rêxistinê ye" hate girtin. -
Li Sûrê yek jê giran du zarok birîndar bûn
Ji ber topek hêzên dewleta Tirk li navçeya Sûr a Amedê li malekê ket zarokekî 12 salî bi giranî birîndar bû, xwişka wî jî ji lingê xwe birîndar bû. -
Li Girêmîra 50 kes hatin berdan
Li taxa Girêmîra ya Nisêbînê nobedarên berxwedanê yên hatibûn binçavkirin ji wan 50 kes hatin berdan 97 kes hê jî di bin çavan de ne. -
6 cenazeyên li Cizîrê hatin dîtin birin Şirnexê
Li Cizîrê yek jê jin 6 cenazeyên ku hatin dîtin ji bo otopsiyê birin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. -
Heyeta HDK, HDP û DBP’ê Silopiya ziyaret kirin
Heyeta HDK, HDP û DBP’ê, Silopiya ya ku 37 rojan di bin êrîşên hêzên dewleta Tirk de ma, ziyaret kir. -
Cenazeyê Ege yê hat qetilkirin û revandin ji aliyê malbatê hat wergirtin
Cenazeyê Sadettîn Ege yê ku piştî li Taxa Dîcle ya Şirnexê hat qetilkirin bi rojan cenaze hat wergirtin û piştre bi talîmata Walîtiya Şirnexê hat revandin û li Kasrîkê hat defnkirin, ber bi Dêrikê derket rê. -
YPS: Li Amed û Hezexê 18 çete hatin kuştin
Koordînasyona Giştî ya YPS’ê, têkildarî çalakiyên li dijî hêzên dewleta Tirk a li navenda Şirnex, Hezex û Amedê’ê daxuyanî da. -
Li Girêmîra dorpêç didome
Dorpêça li taxa Girêmîra ya Nisêbînê ku nobeta berxwedanê tê girtin û zêdetirî 150 kes hatin binçavkirin didome. -
Daşkan ê li Edeneyê ji aliyê polîsên Tirk hat qetilkirin ji aliyê hezaran hat oxirkirin
Mûrat Daşkan ê duh êvarî li Edeneyê ji aliyê polîsên Tirk hat qetilkirin bi merasîmeke girseyî ve ber bi rêwîtiya dawî hat oxirkirin. -
Dilê wî êrîş ranekir
Nûrettîn Çagli (74) ê ku di êrîşên qirkirinê yên li Cizîrê de 1’ê Çileyê ji ber top li mala wî ket bi giranî birîndar bû, di encama qrîza dil de jiyana xwe ji dest da.