Li Girêmîra 50 kes hatin berdan
Li taxa Girêmîra ya Nisêbînê nobedarên berxwedanê yên hatibûn binçavkirin ji wan 50 kes hatin berdan 97 kes hê jî di bin çavan de ne.
Li taxa Girêmîra ya Nisêbînê nobedarên berxwedanê yên hatibûn binçavkirin ji wan 50 kes hatin berdan 97 kes hê jî di bin çavan de ne.
Li taxa Girêmîra ya navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê hêzên dewletê êrîşî meşvanên Botanê kiribûn û ji wan 147 kes hatibûn binçavkirin. Ji welatiyên ku li Qereqola Jendermeyan a Nezîrhanê tên girtin 50 kes piştî kontrola nasnameyê hatin berdan.
97 kesên ku di nav de xebatkarên Ozgur Gun TV Ayşe Kara û Eren Sîverek jî hene hê jî di bin çavan de ne. Li taxê dorpêç berdewam dike. Ji ber dorpêçê welatiyên ku hatin berdan nahêlin bikevin taxê.