Li Girêmîra dorpêç didome
Dorpêça li taxa Girêmîra ya Nisêbînê ku nobeta berxwedanê tê girtin û zêdetirî 150 kes hatin binçavkirin didome.
Dorpêça li taxa Girêmîra ya Nisêbînê ku nobeta berxwedanê tê girtin û zêdetirî 150 kes hatin binçavkirin didome.
Li taxa Girêmîra ya navçeya Nisêbîn a Mêrdînê ji bo şikandina dorpêça li dijî Cizîrê bê şikandin meşvanên Botanê nobetê digirin serê sibehê rastî êrîşa hêzên dewleta Tirk hatin. Di êrîşê we zêdetirî 150 kesên ku di nav we xebatkarên Ozgur Gun TV Ayşe Kara û Eren Sîverek jî hene hatin binçavkirin li Midûriyeta Polîsan a Nisêbînê tên girtin.
Polîsên Tirk ên ku tax bi wesayîtên zirxî dorpêç kirine hatin û çûyînên taxê jî qedexe kirin. Mala Gel a ku nobedarên berxwedanê bi kar tînin jî di bin dorpêça polîsan de ye.