Li Sûrê yek jê giran du zarok birîndar bûn

Ji ber topek hêzên dewleta Tirk li navçeya Sûr a Amedê li malekê ket zarokekî 12 salî bi giranî birîndar bû, xwişka wî jî ji lingê xwe birîndar bû.

Ji ber topek hêzên dewleta Tirk li navçeya Sûr a Amedê li malekê ket zarokekî 12 salî bi giranî birîndar bû, xwişka wî jî ji lingê xwe birîndar bû.

Li navçeya Sûr a Amedê li hemberî êrîşên hêzên dewletê berxwedana gel 63 roj in bênavber didome û îro ji saetên sibê ve ye navçe di bin topbarana giran de ye.

Hate ragihandin ku di topbaranê de li Taxa Hasirliyê guleya topê li malekê ketiye. Ji ber guleya topê zarokek 12 salî û xwişka wî ya li hewşa malê bûn birîndar bûn. Hate zanîn ku zarokê biçûk bi parçeyên şarapnelê giran birîndar bûye, xwişka wî jî ji piyê xwe birîndar bûye. 

Ji ber dorpêç û êrîşên hêzên dewletê kesên birîndar nikarin rakin nexweşxanê û welatî hewl didin bi derfetên xwe ve xwişk û bira derman bikin. 

Hate diyar kirin ku zarok xwîn wenda dike û xetereya wî ya jiyanî heye.