Şîliyan: Erdogan gava yekem a avêt welatê me qirêjkir, derbikeve

Piştî hatina Serokkomarê Tirk Erdogan a Şiliyê, Yekgirtina Piştgiriya Kurdan a Mapûche jî di nav de ji aliyên 100’an rêxistinan zêdetir hat protestokirin.

Piştî hatina Serokkomarê Tirk Erdogan a Şiliyê, Yekgirtina Piştgiriya Kurdan a Mapûche jî di nav de ji aliyên 100’an rêxistinan zêdetir hat protestokirin. Çalakiyê de peyama “Erdogan gava yekem a avêt welatê me qirîjkir, der bikeve”  hat dayîn.

Serokkomarê Tirk Erdogan li Şiliyê bi protestoyan hat pêşwazîkirin. Di nav de komîteya Pişgirîya Kurdan a Mapûche ya Şîlî jî 100’an zêdetir rêxistin li gorî saeta herêmî 12:30’an de çalakî lidarxistin. Çalakvan li pêşia avahiya Plaza de Constîtûcion a ku Erdogan lê bi cih bibe, bi pankartên “DAÎŞ Erdogan e, Erdogan DAÎŞ’ e”, “ Bachalet Mapûchelerî, Erdogan Kurdan qetildike” û “Gelê Kurd ne bi tenê ye” hildigtin.

Çalakî dema ku Erdogan di qesra serokatiyê de bi Serokê Dewleta Şîlî Mîchel Bachelet re hevdîtin pêk dianî hat lidarxistin. Wiha hat gotin: “Nêzîkatiyên xwe yên hov, bi polîtîkayên hevkariya bi NATO’yê re, polîtîkayên xwe yên ji berê û roja meya îro gel qetildikî û rastî qirkirinê di înî, piştgirîyê didi dijminê Rojhelata Navîn û mirovahiyê DAÎŞ’ê, rexmê pêkanînên qirkirinê yên ku îro ji destpêkê ve li Cizîr, Sûr, Nisêbîn û Colemêrgê jî di nav de li gelek bajaran tê pêkanîn, ji aliyê hikûmetê ve hatina Erdogan ya Şîliyê li welatê me nayê pejirandin.

Di axaftinan de hat diyarkirin ku gava Erdogan gav avêt Şîlî qirjbû, rexmê ku hikûmeta Şîliyê rastiyan jî dizane, hatina Erdogan weke skandal da nîşandan.

 Di axaftinê çalakiyê de diyar kir ku “ Hikûmeta Şîlî êdî yên ku DAÎŞ’ê xwedî dikin û bi rêve dibin, bi faşîstek ê ku welatiyên xwe û gelê Cizîr û Kurd qetildike re bûye hevkarê heman sucî.” Piştî axafinan dirûşmên “Erdogan, ji Şîliyê derbikeve” û “Qatil Erdogan, terorîst Erdgan” qîr kirin.

Çalakvan cih cih bi polîs û ewlekariyên taybet ên Erdogan re nearamî jiyankirin.

...