YPS: Li Amed û Hezexê 18 çete hatin kuştin
Koordînasyona Giştî ya YPS’ê, têkildarî çalakiyên li dijî hêzên dewleta Tirk a li navenda Şirnex, Hezex û Amedê’ê daxuyanî da.
Koordînasyona Giştî ya YPS’ê, têkildarî çalakiyên li dijî hêzên dewleta Tirk a li navenda Şirnex, Hezex û Amedê’ê daxuyanî da.
Koordînasyona Giştî ya YPS’ê, têkildarî çalakiyên li dijî hêzên dewleta Tirk a li navenda Şirnex, Hezex û Amedê’ê daxuyanî da.
Li gorî daxuyaniyê, di 31’ê Çile û 1’ê Sibatê de 15 tîmên taybe û polîsek û leşkerek ê Tirk hatin kuştin.
Koordînasyona Giştî ya Yekîneyên Parastina Sivîlan (YPS), encamên çalakî û şerên di 31’ê Çile û 1’ê Sibatê aşkera kir.
LI HEZEXÊ 8 TÎMÊN TAYBET HATIN KUŞTIN
Li gorî daxuyaniyê:
Di 31’ê Çile saet 10:15 li Taxa Tûrgût Ozal a navenda navçeya Hezex a Şirnexê, çalakiya ji aliyê YPS-Jin ve hat lidarxistin de wesayîtek zirxî ya kobra hat îmhakirin, hat diyarkirin ku li vîr bi zelalî 6 tîmên taybet ên Tirk hatin kuştin. Di çalakiyê de tîmek taybet jî birîndar bû. Di daxuyaniya YPS’ê de wiha hat gotin: “ Ev çalakî ji bo piştgiriya Cizîrê hatiye lidarxistin. Dîsa li heman taxê li Hezexê di encama 2 çalakiyên sekvanan de 2 tîmên taybet hatin kuştin.
Di berdewamiya daxuyaniyê de têkildarî çalakiyên li Şirnexê jî ev agahî hatin parvekirin:
“Roja 31’ê Çile saet di 10:15’an de li Taxa Dicle ya navenda Şirnexê hêzên YPS’ê wesayîta zirxî ya kobra ya ku west bikeve taxê kirin hedef û lê dan, ewsayîta ku derbên giran xwer paşde vegeriya.”
Koordînasyona YPS’ê têkildarî çalakiyên li navçeya Sûrê a Amedê agahî da, hat aşkera kirin ku di çalakiyê de “10 çete” hatin kuştin.
‘LI SÛRÊ 10 ÇETE HATIN KUŞTIN’
YPS’ê têkîldarî çalakiyên li Sûrê ev agahî parve kirin:
“Li navçeya Sûr a Amedê 31’ê Çileyê saet 10.00’an komek çete ya li Kolana Karadenîzê operasyon dikir bû hedefa hêzên me yên YPS’ê. Li vir çeteyekî JOH hat kuştin her wiha li heman cihî çeteyekî din ê çeka giran bikar tanî jî hat kuştin.
Li derdora Mizgefta Kûrşûnlû ya navçeya Sûr a Amedê saet 11.00’an çeteyekî tîmên taybet ji aliyê hêzên me yên YPS’ê hat kuştin. Saet 15.00’an jî çeteyên bi armanca êrîşan li Mizgefta Kûrşûnlû kom bûn bû hedefa hêzên me. Tevî li vir windahiyên giran dan jî hejmara wan ji aliyê me nehat zelalkirin.
Li kêleka Mînareya Çar Ling a navçeya Sûr a Amedê dema kepçeyek hêzên dewletê hewl da bikeve taxê ji aliyê hêzên me hat derbkirin. Wesayîta derbe xwar paş de vekişiya.
1’ê Sibatê saet 08.00’an komek leşkerên li Bazara Mast a navçeya Sûr a Amedê ji aliyê hêzên me yên YPS’ê hatin dorpêçkirin û hatin hedefgirtin. Di encama şerekî demdirêj de 6 leşker hatin kuştin. Dîsa heman rojê saet 16.30’an hêzên me çalakiyek sûîqestê li dar xistin, di encama çalakiyê de çeteyek hat kuştin.”