Nûçegihanê DÎHA’yê Akman hate girtin

Nûçegihanê ajansa DÎHA’yê Nûrî Akman ê ji ber lêpirsîna ku der barê wî de hatiye vekirin ji bo îfade bide çû edliyeyê bi îdiaya "endamê rêxistinê ye" hate girtin.

Li Meletiyê hefteya borî di dosyaya ku 14 xwendekar hatin girtin de nûçegihanê ajansa DÎHA’yê Nurî Akman ê ku navê wî jî di dosyayê de derbas dibû, ji bo îfade bide çû Dozgeriya Komarê ya Meletiyê ji aliyê dadgehê ve hate girtin. Akman ê ji ber xebatên xwe yên rojnamegeriyê îro bi parêzerê xwe ve çû Edliyeya Meletiyê li dozgeriyê bi "endamtiye nêxistinê" hate sucdarkirin.

Ji bo sucdarkirinê hincet jî nûçeyên li Kobanê çêkiriye, wêneyên kişandiye û parvekirinên wî yên li ser medyaya civakî hatin nîşandan.

Akman sucdarkirinên ku hatin kirin red kir, piştî îfadeya ku da, bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hate kirin. Dadgehê der barê Akman de biryara girtinê da. Akman şandin Girtîgeha Tîpa E ya Meletiyê.