Heyeta HDK, HDP û DBP’ê Silopiya ziyaret kirin
Heyeta HDK, HDP û DBP’ê, Silopiya ya ku 37 rojan di bin êrîşên hêzên dewleta Tirk de ma, ziyaret kir.
Heyeta HDK, HDP û DBP’ê, Silopiya ya ku 37 rojan di bin êrîşên hêzên dewleta Tirk de ma, ziyaret kir.
Heyeta HDK, HDP û DBP’ê, Silopiya ya ku 37 rojan di bin êrîşên hêzên dewleta Tirk de ma, ziyaret kir.
Heyeta ku di nav de Berdevka HDK’ê Gulistan Kiliç Koçîgît, Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Aycan Îrmez, Parlamenterê HDP’ê yê Agirî Bedran Oztûrk, Endama Koordînasyona KJA Sebahat Tûncel û Hevşaredarên DBP’ê yên navçe û bajaran, Silopiya ya ku 37 rojan di bin êrîş û dorpêça hêzên dewleta Tirk de ma, ziyaret kirin. Heyet destpêkê Şaredariya Silopiya ziyaret kir, ji aliyê hevşaredarên Silopiyayê ve hatin pêşwazîkirin. Heyet piştre derbasî avahiyên rêxistina navçeya Silopiya û Akademiya Jinê û Avahiya MEYA-DER’ê yên ku di encama êrîşên hêzên dewleta Tirk de hatin şewitandin û lê lêkolîn kirin.
Piştre heyetê malbata Pakîze Nayîr a yek ji sê jinên siyasetmedar ên li Silopiyayê hatin qetilkirin ziyaret kir, bavê Nayir Fetah û Dayika wê Behye Nayir sersaxî qebûl kirin.
Li ser navê heyetê endama Koordînasyona KJA Sebahat Tûncel axivî û diyar kir ku hêzên dewleta Tirk di ecama êrîşên pêvajoya teror û dorpêçê de li Silopiyayê hilweşînek mezin pêk aniye. Tûncel da xuyakirin ku di êrîşên terorê de xwestin Kurdan hemû qetil bikin, di bin navê “Plana hilweşînê” de planek ya qirkirinê xistin dewreyê. Tûncel diyar kir ku qetilkirina her her sê jinên siyasetmedar jî parçeyek ji vê planê bû.
Heyetê ragihand ku wê sibehê malbatên rastî êrîşan hatine ziyaret bikin.